Li Qamişloyê bi hezaran ji bo zimanê kurdî meşiyan

Li Qamişloyê bi hezaran ji bo zimanê kurdî meşiyan

Li bajarê Qamişlo bi hezaran xwendekarên kurd û ereb bi armanca şermezarkirina biryarên girtina dibistanan û ji bo dewamkirina perwerdeya bi zimanê kurdî meşiyan.

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran xwendekarên kurd û ereb, bi armanca şermezarkirna girtina dibistanên ku dersên zimanê kurdî lê tê dayin û dewamkirina perwerdeya bi Zimanê kurdî, 2 meş li dar xistin.

Meşa yekê li ber mizgefta Qasimo dest pê kir û ya duyemîn li ber Mala Gel a Taxa Qenat Elsiwês dest pê kir. Di meşan de bi hezaran xwendekar û xizmên wan beşdar bûn. Di meşan de  dirûşimên ku'' zimanê me hebûne me ye'' û '' bê ziman jiyan nabe'' hatin qîrin.

Her wiha xwendekaran pankartên ku li ser nivîsîbûn '' ji mafê me ye em fêrî zimanê xwe bibin'', '' bê ziman netew tune ye'' hatin vekirin.

Di meşa yekê de Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Nesrîn Doko axivî û da zanîn ku Rêjîma Bass a şovînist her dem li dijî zimanê Kurdî pîlan û lîstok  pêk anîne û hewl dane ku zimanê kurdî bi partiyekê yan rêxistinekê ve girêdin. Nesrîn destnîşan kir ku ewê heta dawiyê ji bo zimanê Kurdî kar û xebatên xwe bidomînin.