Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê weke her hefte di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de çalakiya “ Edalet û Ronahiyê” hat lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê weke her hefte di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de çalakiya “ Edalet û Ronahiyê” hat lidarxistin.
Li ser komkujiya yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez yên 9’ê Cotmeha 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û sê sal derbas bûye jî hê nehatiye ronîkirin. Li paytexta Fransa a Parîsê weke her hefte di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de çalakiya “ Edalet û Ronahiyê” hat lidarxistin.
Çalakvanên ku li ber navenda Civaka demokratîk a Kurd saet 14:00’an dest bi meşê kirin, dirûşmên “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdan in”, “Em edalet dixwazin”, “Şerma daraza Fransa” û “ Jin, têkoşîn, jiyan” gotin.
Di tevahiya rê de belavoken ji bo ronîkirina komkujiye hatin belavkirin, heta ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistan dirûşm nesekinîn. Dema girse gihiştin ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan deqeyek rêz girt. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ji bo ronîkirina komkujiyê Fransa berpirsyar e. Jinên Kurd bal kişandin ku tevî ku sê sal li ser komkujiyê re derbas bûye jî hê hêzên li pişt komkujiyê nehatine ronîkirin. Jinan diyar kirin ku heta edalet pêk bê wê çalakiyên wan berdewam bikin.
Çalakî bi banga tevlîbûna ji bo çalakiya “Roja Kobanê ya Cîhanê” ya 1’ê Mijdarê saet 14:00’an wê li qada Bastîlle ya Parîsê pêk bê bi dawî bû.