Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ‘Çalakiya edalet û ronahiyê’
Daxwaza edalet û ronahiyê ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez vê hefteyê jî hat dubarekirin.

Kurdistanî û jinên endamên Yekîtîya Jinên Sosyalîst (SKB)’ê yên li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin cem hev, bi pankartên daxwaza ronîkirina komkujiyê dest bi meşê kirin. Jinên heya pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dirûşman meşiyan, li vê derê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr axaftinek kurt kir. Demîr got, “Li ser komkujiyê 3 sal derbas bûn. Em hê jî li vir in û em ê li vir bin. Em daxwaza xwe ya edalet û ronahiyê dubare dikin. Zîhniyeta komkujiyan, bi heman awayî komkujiyan didomîne. Duh Parîs, Robokî, îro Kobanê, Rojava hemû berhemên heman destên qirêj in. Wê li hemberî vê daxwaza me ya edalet û ronahiyê tim hebe.” Demîr xurtkirina çalakiyan kir.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.