Li Parîsê hezaran kes bi dirûşma, 'Qatil Erdogan, hevkar Hollande' meşiyan

Li Fransayê di çarçoveya Roja Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re bi hezaran kes bi yek dengî bi dirûşma, “Qatil Erdogan, hevkar Hollande" meşiyan.

Li Fransayê di çarçoveya Roja Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re bi hezaran kes bi yek dengî bi dirûşma, “Qatil Erdogan, hevkar Hollande" meşiyan.

Koordînasyona Piştevaniya Navneteweyî ya bi Kurdistanê re ya Fransa ku gelek rêxistin, partî, tevgerên civakî yên Fransî jî di nav de ne, 16-17-18’ê Cotmehê "Roja Piştevaniya Neteweyî ya bi Kurdistanê re” îlan kiribû. Ji 16’ê Cotmehê ve li Strasbourg, Marseille, Lorient, Nantes, Rennes, Creil, Alba û gelek bajar û navçeyan di encama meşên hatin lidarxistin de saet 15.00’an li Qada Parîs Bastille destpê kir.

CDK-F, NPA, Partiya Komunîst a Fransa, MRAP, Alternative Libertaire, HDP-Ewropa, Sendîkaya Hevgirtî ya Solidaires, UDB, Kollektîfa Jinan a Piştevaniya bi Kobanê re, Tevgera Kabylie (MAK), Komeleya Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Fransa, Sortir du Colonialisme, DÎDF, ACTÎT, SKB, OCL û gelek sazî tevlî meşa li ser banga  Koordînasyona Piştevaniya Navneteweyî ya bi Kurdistanê re ya Fransa tevlî meşê bûn. Meş bi dirûşman ji Bastîlle heta Republique dewam kir.

Her sazî bi al, pankart û dowîzên xwe tevlî çalakiyê bûn, hejmarek zêde şaredar, endamê destaye şaredariyê, nûnerên saziyan tevlî çalakiyê bûn û peyama em li gel gelê Kurd in, dan.

Li pêşiya çalakiya Parîsê pankarta “Bi Kurdistan re Piştevanî” cih girt. Di destê girseyê de alên KCK, PKK, wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û gelek dowîz hebûn. Di rê de bi axaftinên kurt komkujiya Enqereyê hat lanetkirin, banga bila Fransa piştgiriya xwe ji dîktatortiya Erdogan bikişîne hate dubarekirin.

Li Qada Repûblîqûe jî nûnerên saziyan ku çalakî organîze kirin, ji gel re axivîn.

Serokê Şaredariya Champîgny û heman demê de Serokê Komaleya Komargir û Komunîstên Hilbijartî Domînîqûe Adnot, li ser navê MRAP, Kolektîfa Jinên Piştevaniya bi Kobanê, SOS Rasîsme, NPA, Kizil Çiglik, HDP, CDK-F, Alternatîve Lîbaîrtere, DÎDF axaftinên kurt hatin kirin.

Serokê Şaredariya Champîgnu Domînîqûe Adnot destnîşan kir ku tevî li her nuqteya Kurdistanê berxwedan didome jî polîtîkayên zext û komkujiyên berdewam dikin, di pêvajoyek wiha de pêwîst e li gel nûnerên berxwedanê, gelê Kurd cihê xwe bigirin.

Di axaftina ser navê Kolektifên Jinên Piştevaniya Kobanê de hate diyarkirin ku divê her kes li gel berxwedana jinên Kurd li Kurdistanê destpê kirine de cihê xwe bigire, hat bibîrxistin ku pêwîst e ji bo ji nû ve avakirina Kobanê giştî jin seferber bibin.

Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay, daneyên der barê komkujî û rastiyên Kurdistanê ragihand û di heman demê de bang li hikûmeta Fransa kir. Renklîçay hikûmeta Fransa hişyar kir û bi bîr xist ku bila piştgiriya xwe ji desthilatiyek qetlîamker bikişîne, bang kir ku bila piştgiriya berxwedana gelê Kurd bikin.

Di axaftina ser navê HDP’ê de careke din banga şiyariyê li hilbijêrên Ewropa hate kirin ku bila biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

Dirûşmên, “Bijî Berxwedana Kurdistan”, “Em PKK’e ne”, “Qatil Erdogan, hevkar Hollande” di axaftinan de hatin gotin. Çalakî saet 17.30’an bi dirûşm û çepikan ve bi dawî bû.

...