Li Parîsê çalakiya edaletê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin daxwaza edaletê didome.
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylamez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin daxwaza edaletê didome.
Weke her Çarşem Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bûn. Girseya bi dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk”, “Em edaletê dixwazin” û “Jin, têkoşîn jiyan” meşiya, flamayên her sê jinên Kurd ên şehîd hilgirtin.
Çalakvanan di tevahiya meşê de bi dirûşman daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin. Çalakvan heta ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan li ber defên ku endamên Meclîsa Çand û Hunerê ya Parîs lê dan meşiya.
Çalakvan dema gihiştin ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan, deqeyek rêz girtin. Endama Meclîsa Çand û Hunerê ya Parîsê Hozan Sara ya li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku heta ku daxwaza edalet û ronîkirinê ya gelê Kurd û hêzên demokrasî û azadiyê bên cih, heta hêzên li pişt komkujiyê derkevin holê wê çalakiyên wan bidomin.