Li Parîsê çalakiya edalet û ronahiyê
Li Parîsê Kurdistanî û endamên Jinên Yekîtiya Sosyalîst ji bo careke din ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bêjin “edalet û ronahî” li kolanan bûn.

Girseya li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat gel hev ji vir bi dirûşman ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meş li dar xistin. Di tevahiya meşê de dirûşmên nerazîbûna li hember komkujiya Parîsê, Kobanê, Şengal û Rojava hatin gotin.
Welatiyên di destê wan de wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û flamayên li ser “edalet û heqîqet” nivîsandî meşiyan dema gihiştin Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, li vir di kesayeta şehîdan de deqeyek rêzgirtin pêk anîn.
Piştî rêzgirtinê Dayika Çaçanê axaftinek kurt kir. Dayika Çaçanê bal kişand ku pêvajoyek 3 salan tijî bû, lê hîna rayedarên Fransî der barê mîjarê de ti daxuyanî nedane û ev yek nayê pejirandin. Dayika Çaçanê got ku zîhniyeta qetlîamker a li hemberî Kurdan, ji Parîsê heya Kobanê dewam dike, pêwîst e gelê Kurd jî li hemberî van qetlîaman bi hêza xwe ya çalakiyan li qadan bin.
Di çalakiyê de ji bo çalakiyên “edalet û ronahiyê” ên her Çarşem hê xurtir tevlîbûn pêk bê bang hat kirin.