Li Parîsê çalakiya ‘edalet û heqîqet’ê

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ,daxwaza edalet û ronahiyê didome.

Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ,daxwaza edalet û ronahiyê didome.

Çalakiya “edalet û ronahî” ku her hefte bi daxwaza ronîkirina hêzên li pişt komkujiya Parîs tê lidarxistin, saet 14.00’an li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bi dirûşman destpê kir.

Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi dirûşmên, “Em edaletê dixwazin”, “Şerma edaleta Fransa”, “Bimire dewleta faşîst a Tirk”, “Em Sakîne, Fîdan, Leyla ne” meşiyan heta pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê, li vir careke din hêzên li pişt komkujê ji dadgeha Fransa pirsîn. Di tevahiya rê de axaftinên kurt hatin kirin û hate diyarkirin ku ev 3 sal derbas bûne, lê hê komkujî nehatiye ronîkirin, li kesên derdor, belavokên der barê mijarê yên Tevgera Jinên Kurd hatin belavkirin.

Dema gihiştin pêşiya Buroya Enformasyon a Kurdistanê, li vir rêz hate girtin. Piştî belavoka Tevgera Jinên Kurd a ku dixwaze hêzên dû komkujiyê werin aşkerekirin hate xwendin, bi dirûşmeyan ve çalakî bi dawî bû.