Li Nurnbergê şeva Piştevaniyê ya bi HDP’ê
Li bajarê Treûtlîngen-Nurnbergê yê Elmanyayê êvara Şemiyê aktîvîteyek pêk hat û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Li bajarê Treûtlîngen-Nurnbergê yê Elmanyayê êvara Şemiyê aktîvîteyek pêk hat û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Aktîvîteyên piştevaniyê yên bi HDP’ê re li gelek navendên Ewropayê didomin. Li bajarê Treûtlîngen-Nurnbergê yê Elmanyayê êvara Şemiyê aktîvîteyek pêk hat û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Di aktîvîteya hilbijartinê de Parlamenterê Partiya Çep a Elman, Herald Weînberg axaftinek kir. Weînberg di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê rêberê gelekî azad be. Ji bo vî şerî bisekinîne, divê bi Birêz Ocalan re di şertên azad de muzakere bên kirin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê, Îbrahîm Ayhan jî axivî û got: “Erdogan ji bo bibe dîktator, van hilbijartinan li dar dixe. Gelên Tirkiyeyê van rastiyan dizane û wê di 1’ê Mijdarê de li gor vê tevbigerin. Bi vî şerê dane destpêkirin ve dixwazin serketinên HDP’ê asteng bikin. Lê nikarin bikin. Ev hewldanên wan vala ne.”
Aktîvîteya piştgiriyê bi stranên hunermend Suleyman Çarnewa û Kendal Maniş ve berdewam kir.