Li Nurnberg û Hambûrg HDP'yî bi konvoyan diçin ser sindoqan
Ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê li Elmanya, hilbijêrên HDP’yî yên li Elmanya bikaranîna dengan didomînin. Li bajarên Nurnberg û Hambûrg, hilbijêran bi wesayîtan konvoy çêkirin û çûn ser sindoqan.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 18 kewçêrê 2015, 16:35
Ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê li Elmanya, hilbijêrên HDP’yî yên li Elmanya bikaranîna dengan didomînin. Li bajarên Nurnberg û Hambûrg, hilbijêran bi wesayîtan konvoy çêkirin û çûn ser sindoqan.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg ê Elmanya, HDP’yî li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Medya kom bûn, konvoyek hilbijartinê pêk anîn.
Konvoy ji Allesberger, li derdora cihê herî qerebalix ê bajêr, Plarer geriya, piştre çû cihê hilbijartinê Beûthener. Muşahîdên HDP’yî diyar kirin ku ji ber ku tevahî partiyan karê dengdayinê hiştine roja Yekşemê, lewre qerebalixek zêde çêbûye. Muşahîdan, HDP’yî dawet kirin ku bila nava hefteyê jî dengê xwe bikar bînin. Destnîşan kirin ku ger wisa berdewam bike, wê tevlîbûn ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê zêdetir be.
Nûnertiya Nurnberg a HDP’ê bang li hilbijêran kir ku bila bi lez dengê xwe bikar bînin, li hember komkujiyan bi dengê xwe ve bibin bersiv. Nûnertiyê destnîşan kir ku di van hilbijartinan de hedefa wan ji sedî 20 e.
HAMBÛRG
HDP’yiyên li Hambûrg, Kîel û Neûmunster ên Elmanya bi konvoyek nêzî sed wesayîtî ve ji bo dengdayinê çûn Serkonsolosxaneya TC’yê.
Li aliyê Dom gel hat cem hev, wesayîtên xwe bi alên HDP’ê ve xemilandin. Konvoy li nav bajêr nêzî 20 deqeyan geriya, piştre hat aliyê Konsolosxaneyê û li vir ji aliyên sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Li pêşiya Konsolosxaneyê rêzên dirêj çêbûn, girse di rêzan de li benda dengdayinê ma. Li gor çavdêriyan, piraniya girseyê ji bo dengê xwe bidin HDP’ê hatibûn.