Li navê Tirkî yê gundê Rûm ê dîrokî tehemûl nayê kirin!
Hat îdîakirin ku gundê Kayakoy ê dîrokî di arşîvên Osmanî de weke gundekî Tirkan ê bi navê 'Kayi' derbas dibe. Li ser vê îdîayê ji bo guherdina navê gund referandûm hat kirin, lê gel dengê 'na' da vê daxwaza guhertinê.
OZGUR AYDIN
MÛGLA
yekşem, 27 rezberê 2015, 07:22
Li navçeya Mûgla Fethiyeyê, hat îdîakirin ku li gundê Rûman ê dîrokî Karakoyê di destpêka salên 1400 de êlên Kayi û Karakeçîlî yên Osmanî dijiyan, li ser bermayînên xanî, medrese û mizgeftên li dora gund mora 'Kayi' hene û hat îdîakirin ku beriya Rûman li vê herêmê Tirk hebûn.
Li ser vê îdîayê, mamosteyê zanistên civakî û lêkolînerê Tirkmenên Yoruk Eren Fehmî Eroglû di civîna meclîsa Şaredariya Fethiye ya meha Adarê de bi daxwaznameyekê xwest, navê Karakoyê weke 'Kayıkoy' bê guhertin. Ji ber ku endamên meclîsê li dijî vê daxwazê derketin, biryar hat dayîn ku referandûm were kirin û gel biryarê li ser vê daxwaza guhertina nav bide.
Ji bo referandûmê, li Dibistana Seretayî ya Kayakoyê sindoq hat danîn. Ji 546 şêniyên gundê Kayakoyê 316'an dengê xwe bi kar anîn. Ji van kesan jî bi tenê 13 kesan ji bo navê gund bibe 'Kayikoy' dengê 'erê' dan. 299 kesan dengê dijber bi kar anîn û bi vî rengî navê gund weke xwe ma.
'TINEHESIBANDIN BI GUHERTINA NAV DESTPÊ DIKE
Ji şêniyên Kayakoyê Alî Kiryaman (25) ji ANF'ê re axivî û da zanîn ku di bin vê daxwaza guhertina nav de hêrsa li hemberî mirovên din ên li Tirkiyeyê heye. Kiryaman got, "8 mehên salê ez bi hesreta vî gundî me. Ji ber ku xwendekar im, b tenê havînê dikarim bêm gund. Ev gund gundekî Rûm ê 5 hezar salî ye. Ji xwe ji mîmariya wê jî tê fêmkirin. Tirk piştre hatin gund û lê bi cih bûn. Ketina rojevê ya guhertina nav jî, bêtehemûliya li Rûm, Ermenî û gelên din nîşan dide. Tinehesibandin, dane jibîrkirin, bi guhertina nav destpê dike. Lê belê gund xwedî li navê xwe derket."
'EM HEMÛ BIRA NE'
Memdûh Dalkiliç ê heftê salî anî ziman ku ew ji navê gund razî ne û got, "Di referandûmê de min dengê xwe ji bo neguhertina nav bi kar anî. Em ji navê gundê xwe razî ne, bila ti kes xwe tevlî karê me neke. Dibêjin navê Rûm tîne bîra mirovan; bila welê be, ji xwe em hemû bira ne. Ji bo me ne pirsgirêk e."