Li Munîhê tecrîd hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Munîhê li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munîhê li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munîhê li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtînga Meclîsa Gel a Munîhê bi dirûşma, “Ji îzolasyonê re na! Ji Birêz Ocalan re azadî” bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, bi tevlîbûna Ciwanên Azad Munîh, dostên Elman, PYD Munîh, Meclîsa Jinan a Sara û Kurdistaniyan pêk hat.
Hevserokê Meclîsa Gel a Munîhê Bedî Boylu yê di mîtînga li navenda Mûnîhê de axivî got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17 sal in di nav tecrîdê de ye û îradeya Kurdan rehîn tê girtin. Em tecrîda faşîzma TC pêk tîne bi nefret şermezar dikin.”
Boylu diyar kir ku eger li hember tecrîdê bi awayekî rêxistinkirî û bi hev re tevbigerin wê sîstema Îmrali bê hilweşandin. Boylu wiha dewam kir: “Em wek Kurdên li Ewropayê pêwîst e di vê mijarê de hê zêdetir bixebitin û çalakiyên herî bi bandor pêk bînin. Her kesê alîgirê azadî û demokrasiyê divê bikeve nav tevgerê. Azadiya Serok Apo azadiya me ye. Nêzîkatiya li hember Rêbertiya me ji bo sedema şer û aştiyê ye."
Piştî dirûşm û daxuyaniya bi Elmanî, bang hat kirin ku di demên pêş de bi armanca şkandina tecrîdê û azadiya Ocalan ji bo çalakiyên pêk bên gel hestyar be.