Li Mannheîm xebatên hilbijartinan didomin
Li bajarê Mannheîm ê Elmanya, ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk (YHD) ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dergeha AKM bi tevlîbûna 300 kesî panelek hat lidarxistin.

'FELSEFEYA RÊBER APO HER KESÎ DIGIRE NAV XWE’
Nûnerê NAV-DEM’ê Mehmet Alî Yilmaz ê di panelê de axivî diyar kir ku ji bo pêkanîna biratiya gelan a li Rojhilata Navîn divê xwedî li HDP û pêvajoyê derkevin û got, "Felsefe û paradîgmaya jiyana nû ya tevayî bawerî û gelan digire nav xwe.”
JI HDP Û PÊVAJOYÊ RE PIŞTGIRÎ
Nûnerê ATÎK’ê jî di axaftina xwe de got ku wê destekê bidin HDP’ê, nûnerê ADHK jî da xuyakirin ku ji bo aştî û sosyalîzmê wê xwedî li pêvajoyê derkevin. Di axaftina li ser navê AABF’ê de de jî hat diyarkirin ku wê alîgirên wan dengên xwe bidin beşa demokrat.
Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk, diyar kirin ku ji bo piştgiriya ji HDP’ê re wê komîsyonan ava bikin û mal bi mal bigerin.
BIRYAR
Biryar hat girtin ku bi tevlîbûna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li Navenda Civaka Kurd panelek bê lidarxistin.
Her wiha biryar hat girtin ku di rojên pêşiya me de, li lokala ATÎK, têkildarî hilbijartinan AGÎF, ATÎK, ADHK, DÎDF, AABF û Navenda Civaka Kurd biaxivin û li Mannheîm şeva piştgiriya bi HDP’ê re bê organîzekirin.