Li Malên Piştgiriya Perwerdehiyê dersên Kurdî dest pê kirin

Li Malên Piştgiriya Perwerdehiyê dersên Kurdî dest pê kirin

Şaredariya Sûrê di çarçoveya pêvajoya nû de li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Mehmet Geren a Şaredariyê dest bi perwerdehiya kurdî kir. Şaredarî dê ji niha û şûnde hemû dersên li mala perwerdehiyê bi kurdî bide xwendekaran. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, anî ziman ku mafê ziman berîya zagonê tên û ev mafê wan her çend ne zagonî be jî mafekî mirovane û rewa ye û ji bo vê zagon vî mafê wan qebûl bikin û piştgiriyê bidin pêvajoya nû dest bi dersên kurdî dikin. Demîrtaş, anî ziman ku ew tenê ji bo xwe mafê perwerdehiya zimanê zikmakî naxwazin û ji bo hemû civakên Tirkiyeyê vî mafî dixwazin.

Şaredariya Sûrê di qada perwerdehiyê de bêngavek nû da destpêkirin. Şaredariyê li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Mehmet Geren a Şaredariyê ku ji sala 2004'an û virde pewerdehiyê dide xwendekaran, dest bi pêvajoyek nû kir.

Şaredariya Sûrê piştî li meclisê biryar girt û şûnde ji bo xwendekarên xwe bi zimanê kurdî perwerde bike, dest bi perwerdehiya kurdî kir. Pêşî mamosteyan bi kurdî dersa fîzîk, felsefe û ziman dan û piştre Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, daxuyanî da.

Demirbaş, beriya dest bi dersê bike dersa felsefeyê da û piştre daxuyani da. Demîrbaş, anî ziman ku mafê ziman mafekî rewa û mirovene ye û divê her kes ji vî mafê xwe sûdê bigirin. Demîrbaş, da zanîn ku mafê ziman beriya zagonan tê û her çend li Tirkiyeyê zagon destûr nedin mafê zimanê zikmakî jî ew dê vî mafê xwe yê rewa û miroven bikar bînin û li vir bi zimanê kurdî dest bi perwerdehiya dersên dibistanê dikin. Demîrbaş, anî ziman ku di serî de dersên dîrok, felsefe, fîzîk, matematîk û hemû dersên din bi kurdî didin û niha 150 şakirtê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê dê li vir perwerdehiya zimanê kurdî bibînin.

Demîrbaş, destnîşan kir ku pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û ji bo piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û li Rojhilata Navîn bibin mînak dixwazin pêşengiyê bikin. Demîrtaş, da zanîn ku perwerdehiya zimanê zikmakî dê Tirkiyeyê xurt bikin, wiha got: "Bedela wê çi dibe bila bibe ji bo xwîn neyê rijandin em vê pêvajoyê didin destpêkirin. Em tenê ji bo xwe naxwazin. Em ji bo hemû gelan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin. Niha em dersê didin 150 şagirtî û em dê piştre belgeyan jî bidin şagirtên xwe.