Li Lorîent civîna piştgiriya bi HDP’ê re

Li bajarê Lorîent ê Rojavayê Fransa, civîna piştgiriya bi HDP’ê re hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di civînê de axivî got ku wê HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî serketineke mezin bi dest bixe.

Li bajarê Lorîent ê Rojavayê Fransa, civîna piştgiriya bi HDP’ê re hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ya di civînê de axivî got ku wê HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî serketineke mezin bi dest bixe.

Li bajarê Lorîent ê Fransayê civîna piştgiriya bi HDP’ê re hate lidarxistin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarên Lorîent û Valles dijîn, tevlî civînê bûn. Berî civînê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê, Huda Kaya ziyareta taziyeyan kir. Piştre jî Komaleya Çanda Elewiyan a Morbihanê ziyaret kir.

Civîna piştgiriya bi HDP’ê re jî saet 14.00’an li salona Maîson Poûr Toûs a Taxa Kervanenec bi rêzgirtinê ve destpê kir. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya di civînê de axivî û got ku dîktatortiya Qesrê her roj terora xwe li ser gelê Kurd zêdetir û hovtir dike, li hember wê jî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hêviya xwe ya bi aştiyê re winda nakin û heta mirinê li ber xwe didin.

Kaya got ku wê HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî serketineke mezin bi dest bixe.

Kaya destnîşan kir ku 1’ê Mijdarê di hilbijartinên parlamenteran de wê HDP bigihêje serketinê û têkoşîn bi esasî wê demê destpê bike. Kaya ji gelê Tirkiyeyê re got ku heta aştiyeke bi rûmet nînin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Civîna piştgiriyê piştî bêşa pirs û bersivan bi çepikan bi dawî bû.