Li ‘Kurdistana Sor’ rewşa kurdan

Li ‘Kurdistana Sor’ rewşa kurdan

Li Azerbaycana ku berê kurdan li wir xwe bi xwe bi rê ve dibir, bi sed hezaran kurd asîmîle bûn. Niha tenê Kurdên ji 40 sal û berjortir bi kurdî dizanin. Ciwan her roj orf, adet û kokên xwe yên neteweyî ji ber asîmîlasyonê ji bîr dikin. Ji bo ciwanan xebatên taybet tên meşandin

Zimanê kurdî li Azerbaycanê hema bêje ji holê rabûye. Ji 40 saliyan ber jêrtir hema bêje kes bi kurdî nizane. Yên ku dizanîn jî bi kurdî naxivin. Eger wisa berdewam bike, piştî deh salên din êdî li Azerbaycanê kesê ku kurdî zanibe wê nemîne. Ji bo parastina çand, ziman û dîroka kurd û Kurdistanê hin hewldanên komaleyetî hene. Yek ji van komeleyan jî Navenda Çanda Kurd a Ronahiyê ye. Hêjayî gotinê ye komeleya “Ronahî” piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, ango piştî serxwebûna Komara Azerbaycanê li Bakuyê hatiye damezrandin. Vê gavê li Bakuyê du rojnameyên bi kurdî û bi azerîkî dertên. Hefteyê nîv seet jî di radyoya dewletê de bernameyên bi zimanê kurdî tên weşandin.

Kurdên li Azerbaycanê dijîn bibiryar in li hemberî pişaftinê li ber xwe bidin. Fexredîn Paşayev ku ji bo serokatiya Navenda Çanda Kurdan ya Ronahiyê ku li Bakuyê ye hat hilbijartin diyar kir ku kurdên li Azerbaycanê dijîn bi pişaftineke cidî re rû bi rû ne. Paşayev destnîşan kir ku heke piştgiriya sazî û dezgehên din yên Kurdistanê tune be, tenê bi derfetên xwe pir zehmet e ku polîtîkayên pişaftinê têk bibin.

ÇERXA PIŞAFTINÊ

Bi konferansa pêkanîn rêveberiyek nû hilbijartin û Fexredîn Paşayev wekî serokê Navenda Çanda Kurdan ya Ronahî hat hilbijartin. Nivîskarê bi nav û deng Ehmedê Hepo, edîtorê rojnameya ‘Dengê Kurd’ Seymûr Alixanov, Namik Nasîbov, Barzanî Eskerov cihê xwe di rêveberiya nû de girtin. Serokê nû yê Navenda Çanda Kurdan a Ronahiyê Fexredîn Paşayev der barê kar û xebatên navendê de agahî dan û anî ziman ku kurdên li Azerbaycanê bi pişaftineke cidî re rû bi rû ne.

Paşayev bilêv kir ku qanûnên Azerbaycanê pêşketina çand û zimanê zikmakî yê hemû gelên li welat dijî xistiye bin ewlehiyê û wiha axivî: “Lê ji ber ku xaka me di bin dagirkeriya Ermenistanê de ye em nikarin bi awayekî biberhem û organîzekirî perwerdeya ziman bidin. Ji ber ku kurd li cihên cuda yên Azerbaycanê belav bûne û di rewşa penaberan de ne. Bes ev nayê wê wateyê ku em ê zimanê xwe terkî mirinê bikin.”

XEBATÊN NAVENDÊ

Paşayev anî ziman ku xebatên wan ên cur bi cur ên ku ziman pêş bixin û nedin jibîrkirin hene û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî derfetên xwe kursên ziman vekin û careke din ziman zindî bigirîn. Xebatên çandî jî yek ji xebatên me yên sereke ye. Navenda me ji xwe ji aliyê dewletê ve hatiye çêkirin. Îro li Azerbaycanê du rojnameyên bi zimanê kurdî û tirkî weşanê dikin hene, hefteyê carekê nîv saetê radiyo weşana kurdî dike. Bêguman ev tişt ji bo ziman û çandeke li Azerbaycanê ber bi windabûnê ve diçe têr nake. Em bi derfetên xwe yên pir kêm dê nekarin di her alî de biser bikevin. Pêwîstiya me bi alîkarî û piştgiriya saziyên çand û ziman yên Kurdistanê heye.”

Serokê Navenda Çanda Kurdan ya Ronahiyê Fexredîn Paşayev bal kişand ser ku li Azerbaycanê heya nîveka sedsala 20’an jî di nav welatên başûrê Qafqasan de welatê herî zêde şêniya kurd lê heyî bû û wiha got: “Li Azerbaycanê kesên zimanê kurdî dizanin ew qas kêm in ku mirov dikare bêje hema nîn in. Ji ber ku kurdên li Azerbaycanê dijîn, bi sedsalan in ji welatê xwe yê dîrokî dûr in û ji derfetên perwerdeya zimanê zikmakî bêpar mane, ev bû sedem ku rastî pişaftinekî xeter bên.”