Li Kolnê jî dengdan didome
Li Kolnê ku dengdan didome, îro coşa HDP’ê hebû. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji derveyî Kolnê hatin dîmenên rengîn çêkirin.
Li Kolnê ku dengdan didome, îro coşa HDP’ê hebû. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji derveyî Kolnê hatin dîmenên rengîn çêkirin.
Li Kolnê ku dengan didome, îro coşa HDP’ê hebû. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji derveyî Kolnê hatin dîmenên rengîn çêkirin. Di dengdana îro de ku ciwan pir kêm bûn bal kişand. HDP’yiyan jî bi awayekî komî dengên xwe bikar anîn. Kesên ji herêma Frechen hatin gotin ,“Ji bo avakiran aştî, xwişk-biratiyê” deng didin HDP’ê.
Înce Dûrsûn û Fatma Oymak ên îro ji herêma Bonn’ê ji bo dengên xwe bidin hatin û di heman demê de muşahidên HDPê ne, Azîz Kurek ê di Koordînasyona Kolnê de cih digire ji ANF’ê re nirxandina van her du rojan kirin.
DURSUN: EV HILBIJARTIN JI YA 7’Ê HEZÎRANÊ HÊ GIRÎNGTIR E
Dursun diyar kir ku tevlîbûn heta niha baş e û got: “Ez vê hilbijartinê ji ya 7’ê Hezîranê girîngtir dibînim. Ji ber weke em hemû dizanin şerekî qirêj ê Qesrê li welatê me daye destpêkirin heye. Ji bo têkoşîna li hember vî şerî em bang li her kesî dikin. Bi taybet em bang li jinên xwe dikin.”
KUREK: JI BO HDP’Ê PÊKANÎNÊN TAYBET ANÎN
Azîz Kurek bi bîr xist ku dengdayîn duh destpê kiriye û wiha axivî: “Li gor 7’ê Hezîranê duh baran zêdetir bû, lê tevî wê jî tevlîbûn baş bû. Em di van hilbijartinan de careke din wek muşahîdên HDP’ê li ser wezîfeyê ne. Li gor fermana YSK, li Tirkiyeyê 3 partiyên herî zêde deng girtine dikarin li desteya sindoqê bin. Ev jî nakokiyek e. Em li Ewropayê partiya duyemîn bûn, bi pêkanînek taybet a li ser Ewropa, em di desteya sindoqê de cih nagirin. Lê em di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li Tirkiyeyê, hem dikarin bibin muşahîd hem jî em dikarin cihê xwe di desteya sindoqê de bigirin. Tevî hemû îtîrazên me jî li Ewropayê ev nehat qebûlkirin. Me kilîda odeya ku dengan lê vedişêrên daxwaz kir, lê Serkonsolos got, “Ev mijar me derbas dike. Pêwîst e Navenda Giştî ya HDP’ê serî li YSK’ê bide.", gotin heta nivîsek neyê em nikarin bidin. Ji ber ku me bend derbas kir û nehişt li Qesrê bibe qral, li Ewropayê pêkanînek taybet heye.”
ASTENGÎ JI ÇAPEMENIYA KURD RE DERXISTIN!
Kurek akredîtasyona li ser çapemeniya Kurd jî rexne kir û got: “Me di van hilbijartinan de hinek tişt bi zelalî dîtin. Duh tevahî çapemenî hatibû. Lê çapemeniya me herî dawî destûra ketina hundir danê. Ew jî piştî mudaxeleya me. Gotin kartên we ne saxlem in, hûn ji kîjan çapemiyê tên û hwd. Lê ji çapemeniyên din re ti pirsin wiha nekirin. Piştî koordîne kete dewrê, xebatkarên Stêrk û Med Nûçeyê ketin hundir.”
Duh li 7 sindoqên ku li Kolnê hatibû danîn, 836 kesan dengê xwe bikar anî.