BI DÎMEN

Li Kolnê dengdayîn didome

Li 13 navendên Elmanyayê ku dengdayîn didome, li bajarê Kolnê ev 4 rojên dawî ne gel diherike ser sindoqan.

Li 13 navendên Elmanyayê ku dengdayîn didome, li bajarê Kolnê ev 4 rojên dawî ne gel diherike ser sindoqan. Yekşemê ku roja dawî ya dengdanê ye ji ber zêdebûnê mimkun e hemû hilbijêr nikaribin dengên xwe bi kar bînin. Ji bo derbaskirina vê Koordînasyona hilbijartinê gel hişyar kir da ku li benda roja dawî nemînin.

Îro li bajarê Kolnê bi hezaran kes herikîn sindoqan. Heta vê saetê zêdetirî 2500 kesî dengên xwe bikar anîne. Di dengdayîna îro de piraniya hilbijan îxtiyar bûn. Malbata Top a Mereşî jî ji bo dengdanê îro hat konsolosxaneyê. Gulîstan Top a keça xwe ya çavên wê nabînin jî ji bo dengê xwe bikar bîne ku bi xwe re anî, destûr nehat dayîn keça wê ya çavên wê nabînin dengê xwe bi kar bîne. Malbata Top li hember vê helwestê nerazîbûn nîşan da. Top diyar kir ku keça wê berî niha di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li gumrikê dengê xwe bikar aniye û got: “Ji bo wekaleta ji keça min re rayedarên Elman û yên Tirk belge dan.” Top anî ziman ku ti wate nedane bê çima destûr nedane keça wê. Gelek malbatên ji Mêrdînê jî ji bo dengên xwe bikar bînin hatin konsolosxaneyê. Suleyman Mardîn ê bi keça xwe û hevsera xwe re hat diyar kir ku ji bo aştiyê dengên xwe dane HDP’ê.

Di nav kesên îro hatin dengên xwe bikar bînin de malbata Gimgimî ya Bûlak û Hacî Elî yê ji Rihayê jî hebû.

Dapîr Bûlak bal kişand ser zilma li Kurdistanê û got: “Kî di rêya heqiyê de be, Xwedê alîkarê wan be. Her kî neheqiyê dike Xwedê belayê bide wan.” Bûlak got ku Kurd gelekî mezlûm e û ti carî zilmê nake.

Hexî Elî yê ji Rihayê jî diyar kir ku ji bo aştî û biratiyê dengê xwe bikar aniye û ev bang li gelê Riha û Kurdistanê kir: “Em gelekî ku ev sed sale zilmê dibînin. Divê di vê hilbijartinê de her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bikar bîne. Divê her kes dengê xwe bide HDP’ê.”

Sindoqên li Kolnê wê heta saet 19.00’an vekirî bin. Kurdistanî û Tirkiyeyiyên bixwazin dengên xwe bikar bînin her roj ji saet 10.00’ê sibehê heta 19.00’ê êvarî dikarin dengên xwe bikar bînin.

...