Li Kampa Mexmûrê 7 lîstik pêşkêş kirin

Sîrwan Kanat ê yek ji lîstikvanê şanoyê ye li Mexmûrê diyar kir ku heta niha 7 lîstik lîstine. Kanat anî ziman ku demek kin wê bi lîstikên nû derkevin pêşiya gel û bal kişand ku yekîtiya netewî ji bo xebatên nûnerê xwedî wateyek girîng e.

Gelê Botanê yên zilm û zordariya dewleta Tirk a salên 90’î qebûl nekirin, piştî berxwedaneke dûr û dirêj li Mexmûrê bi cih bûn. Kampa li ber qontara çiyayê Qereçox a dikeve nava erdnîgariya herêmên Hewlêr, Mûsil û Kerkûkê, demeke dirêj şahidî ji êrşan re kiriye.

Mexmûr a bi avhewaya xwe ya zuha, mar û dûpişkan tê nasîn, îro bi êrîşên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye. Xelkê Mexmûrê tevî hemû zoriyan têdikoşe, bi ked û fedekariyên mezin kamp vegerandin cinetê.

Her çendî di demê dawî de ji ber ambargoya ku ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve li ser hatiye danîn zoriyên di warê aborî û jiyanê de dikişînin jî, bi dibistan, koperatîf, meclîs û çalakiyên cihê xwe li ser lingan girtiye. Koçberên Botanê yên bi hêvî li siberojê dinêrin, di rojên sare û sir de xwe bi hunerê germ dikin.

Yek ji xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr û endamê Şanoya Hêvî Yekta Sîrwan Kanat li ser karê xwe ji me re axivî.

 ‘FELSEFE, ZIMAN Û HUNER JI BO MIN GAVÊ RAST ÊN YEKEM ÊN JIYANÊ NE’

Kanat ciwanekî yê Mexmûrê û 23’ê salî ye û li kampa Etrûş hatiye dinê. Kanat bal kişand ser jiyan û rewşa xwe ya koçberiyê û got: “Niha li Mexmûrê dijîn, dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Mexmûrê qedandime. Her wiha ji temenê zarokatiyê ve di nava xebatên çand û hunerê ya wargehê de cihê xwe digirim. Zimanê Kurdî, Felsefe û şano ev hevdu temam dike di jiyana min de rê li ber gavê mezin vekir. Ji bo min felsefe, ziman û huner gavên ewilê yên li ser rêya rast tên avêtin in.

KOMA HÊVÎ YEKTA

Kanat diyar kir ku lîstika wan a ewilê bi navê ‘Hêvî Yekta’ lîstine û ev jî ji aliyê Hunermendê Kurd û Şoreşger Hêvî Şanoger ve hatibû nivîsandin, bi şêwayê seneryoyê hatibû hunandin. Kanat bal kişanad ser şoreşger û şanoger Hêvî Şanoger û navê koma xwe û got: “Şanoger Hêvî Yekta dema 2004’an ji bo tevlî festîfaleke ya hunerê li Kerkûkê bibe di encama qezayeke ya trafîkê de şehîd dibe. Gora şehîd Hêvî Şanoger li Mexmûrê ye. Li gel wî şoreşger Yekta Herekol jî karê hunerê dikir, hem ji bo bîranîna van herdu şoreşgeran û heman demê lîstika yekem me lîstî ‘Hêvî Yekta’bû, me navê koma xwe kir Hêvî Yekta. Me demek dirêj karê hunerê dikir lê weke fermî koma me 2016’an hate binavkirin.

HETA NIHA 7 ŞANO HATIYE PÊŞKÊŞKIRIN

Kanat diyar kir ku koma wan ji 6 kesan pêk tê û dema karê şanoyê dikin car ji Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr endamên din ên şanoger ji bo lîstikê tevlî wan dibin. Kanat diyar kir ku di nava 3-4 salan de şanoyên bi navê Hêvî Yekta, Demokrasî, Evîna Gul û Masî, Xwedawend, Windabûna Wateyê, Zîlan û herî dawî jî Kurdistan lîstine. Kanat diyar kir ku li Rojava bi şanoyên xwe bi taybet Lêgerîna Heqîqetê li gelek deveran lîstik lîstine. Kanat anî ziman ku bitaybet lîstikên wan li Mexmûrê tên nîşandan.

Endamê Koma Şano ya Hêvî Yekta Sîlwan Kanat anî ziman ku gel ji şanoyê hez dikin û bi qasî ji destê wan tên dixwazin hunerê xwe bi gel re parve bikin. Kanat diyar kir ku pêwsîtiyên wan yan ji aliyê navenda çandê ve yan jî kom bi xwe berhev dikin.

ŞANOYA BÛKA AXÊ

Kanat bal kişand ser xebatên xwe yên nû û got: “Lîstika koma Şanoya Çiya ku bi navê ‘Buka Axê’ nivîsandî ji bo bê nîşandan niha zêderî xwe kar li ser dikin. Ev lîstin gelek êşên salên 90’î li xwe digire. Jiyana û serpêhatiyên li nava gund û bazirganiya li nava gundan a bi hev guhertinê li xwe digire. Bi kinahî mirov dikar bêje rastiya Rêbertiyê bi awayekî hunerî li xwe digire.” Kanat li ser nîşandan vê şanoyê jî amî ziman ku derfetê wan hebe ku bikare pêre bigihîne wê 15’ê Sibatê bidin nîşandan.

LI GEL KARÊ HUNERÊ LI ATOLYEYÊ JÎ KAR DIKIN

Kanat bibîr xist ku li gel karê hunerê hevalên wan li atolyeyê jî kar dikin. Kanat bi domdarî got: “Ev weke bername û plansaziyekê 2-3 mehan dom dike. Li nava hefteyê rojek û xebatekî giştî ye. Li vir waneyên mîna Deng, Diyafram, Jest û Mîmîk, dersên bingehîn ên şanogeriyê tên dayîn. Her wiha kesên eleqeya wan ji bo karê şanoyê hebe ji bo hê baştir bibin xebat tê kirin. Dîsa li vir hevalên me li ser karê nivîsîna seneryo û derhênerî, xebatên diramtugarî û xwendina lîstikan ve mijûlin.

‘YEKÎTIYA NETEWÎ WÊ JI BO DAWÎKIRINA AMBARGOYÊ GIRÎNG BE’

Kanat bal kişand ser ambaryo li ser Mexmûrê û wiha pêde çû: “Ev demeke dirêje li wargehê ambargoyek heye. Em bi hêvî ne, moralê me baş e. Em xebatên hevalên xwe yên li Ewropayê li ser yekîtiya netewî dikin dişopînin. Em van karan silav dikin, heta dixwazin tevlî jî bibin. Hevalên me wê bên Başûrê Kurdistan û konserek bidin wê ji bo yekîtiya netewî bang bikin. Her wiha ji bo bidawîkirina ambargoya li ser wargehê jî wê bikevin nava hewldanan. Ji ber ku dawîbûna pirsgirêkên li vir girêdayî yekîtiya netewî ye. Eger ku yekîtiya netewî pêk bê wê dawî li zextên siyasî yên li ser wargehê jî bên.

‘DIVÊ ASTENGIYÊN SIYASÎ LI PÊŞIYA HUNERÊ NEYÊ DANÎN’

Kanat destnîşan kir ku li Hewlêr û Silêmanî festîfal tên pêşkêş kirin ew jî dixwazin li bajarên Başûrê Kurdistanê hunera xwe nîşan bidin. Kanat diyar kir ku eger pirsgirêkên siyasî rabin dixwazin tevlî festîvalên herêmî û navneteweyî bibin. Divê astengiyên siyasî li pêşiya hunerê neyê danîn, ji bo gihiştina hev divê pêşî bê vekirin.”

Herî dawî Sîrwan Kanat anî ziman ku xebatên wan ên taybat ji bo zarokan jî hene û kesên bixwazin alîkarî û têkilî li gel wan danin divê serdanî Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bidin.