Li Îzmîrê terora zabita ya li dijî muzîsyenên kolanan

Li semta Alsancak a Îzmîrê, Îlker Anar ê ku 9 sal in li kolana Kibris Şehîtlerî muzîsyeniyê dike, di nava hefteyekê de bi îdîaya 'teqereqiyê dike' 5 caran zabitayan ceza lê birîn.

Li semta Alsancak a Îzmîrê, Îlker Anar ê ku 9 sal in li kolana Kibris Şehîtlerî muzîsyeniyê dike, di nava hefteyekê de bi îdîaya 'teqereqiyê dike' 5 caran zabitayan ceza lê birîn. Anar diyar kir ku rewşeke ceza lê were birîn li holê nîne û anî ziman ku dema ew li kolanê rûniştibû zabita hatiye ceza lê birî ye. Endamê Koordînasyona Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê Serkan Candaş jî diyar kir ku zabita her tim gefê li wan dixwin û bi zanebûn zextê li hunermendên kolanan dikin.

Muzîsyenê kolanan Îlker Anar ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku cezayê destpêkê yê lê hat birîn beriya 3 salan bi hinceta 'teqereqê dike' hatiye birîn. Anar da xuyakirin ku di demên dawî de 2 zabitayên Şaredariya Bajare Mezin a Îzmîrê re her tim pirsgirêkê ji wî re derdixînin û got, "Di 12'ê Hezîranê de li kolanê me muzîka xwe pêşkêş dikir, saet di 24:00 de zabita hatin, gotin em digirin. Min jî got temam, min gîtar danî ser qewlik û lê neda. Vê carê jî gotin, 'na divê tu ji vir rabe'. Hingî du hevalên min hebûn, me bi hev re sohbet dikirin û em li benda hatina taksiyê sekinînin. Me ji wan re gotin 'bila taksî were em ê biçin'. Zabitayan vê carê jî ji me re gotin 'eger hûn ranebin em ê bang li polîsan bikin' û bang kirin. Dema polîs hatin ji me re gotin 'rabin'. Zabitayan gotin 'na hûnê ceza li vî bibirin' û tevî ku min li gîtarê nedixist jî bi îdîaya 'teqereqê dikim' cezayê destpêkê wê rojê li min birîn."

'TERORA ZABITA'

Anar anî ziman ku piştî rojekê, dema hunera xwe pêşkêş dikir dîsa zabita hatine û ceza lê birîne û got, "Zabita hatin, dîsa ji min re gotin, 'divê tu rabe'. Min jî ji wan re got, 'çima divê rabin? Gilî li min hatiye kirin?' Gotin 'na, dibe ku gilî bê kirin' û dîsa bang li polîsan kirin. Bi vî rengî 5 caran bi awayekî kêfî zabita ceza li min birî. Tevî ku min li amûrên muzîkê nedixist û bi tenê li kolanê rûdiniştim ceza birîn. Hundirê avahiya em lê dimînin vala ye, kesek lê namîne. Em dikarin kê aciz bikin? Zabita herî dawî got, 'ez ê li te bixim' û gef xwar. Ji hevalên din ên muzîsyen re gotin 'nehêlin Îlker lêdanê bixwe, bila bi aqil tevbigere'. Em bi vî rengî bi zabitayan re mijûl dibin, lê em ê hunera xwe dewam bikin. Ji bo guhdarîkirina li me, mirov ji cihên cuda tên û li restoranên li pêşberî cihê me, rûdinên. Carna jî tên cem me û li me guhdarî dikin. Em ne bi şêweyê mirovan aciz bike, lê didin. Li vir terora zabita heye. Divê mirov balê bikişînin ser vê."

'EGER ÎZMÎR BAJAREKÎ EWROPA BE EV LÊDAN Û GEF ÇI YE?

Endamê Koordînasyona Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê Serkan Candaş diyar kir ku zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê zexteke giran li hunermend û muzîsyenên kolan dikin û got, "Bi taybetî 2 zabita vê gelekî dikin. Ev yek pirsgirêkek ji ber Serokatiya Daîre ya Zabita û zabitayan bi xwe ye. Şaredariyên Îzmîrê dibêjin em bajarê Ewropayê ne, me xelat wergirtin. Lê belê li temamiya Ewropayê tevî ku serbest e, li cem me bi lêdanê ceza li me tê birîn."

'LI HEVALÊN ME YÊN JIN XISTIBÛN'

Candaş da xuyakirin ku ji ber zextan ew timî çalakiyan lidar dixin û ji ber van çalakiyên xwe jî gef li wan tê xwarin. Candaş got, "Zabitayan vê carê gefa 'em ê hemû amûrên we kom bikin û bişikînin' xwarin. Zabitayan carekê li hevala me ya muzîsyen a jin xistin. Amûra wê ya muzîkê şikandin, çenga hevala me ya jin şikandin û neçar ma ji Îzmîrê bar bike."

Candaş bang li raya giştî û Îzmîriyan kir ku di vê mijarê de hişyar bin û hîn bêhtir xwedî li muzîsyenên kolanan derkevin.

...