Li Îzmîrê RES a nû, talana nû ya xwezayê
Li gundê Derekoy ê Îzmîrê, ku bi hingiv û gelyazê xwe navdar e, bi biryara lezgîn a dewletîkirinê re bi hearan dar hatin birîn û çêkirina RES'ê destpê kir.
Li gundê Derekoy ê Îzmîrê, ku bi hingiv û gelyazê xwe navdar e, bi biryara lezgîn a dewletîkirinê re bi hearan dar hatin birîn û çêkirina RES'ê destpê kir.
Li gundê Derekoy ê Îzmîrê, ku bi hingiv û gelyazê xwe navdar e, bi biryara lezgîn a dewletîkirinê re bi hearan dar hatin birîn û çêkirina RES'ê destpê kir. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û bibîr xist ku gund herêma hezazê ye û birîna daran vê rîskê zêdetir dike.
Li gundê Derekoy ê navçeya Îzmîr Kemalpaşayê, înşeata projeya 10 Santralên Enerjiya Ba (RES) ên ji aliyê şîrketeke taybet ve li herêma Karabelê hat destpêkirin, gundî rakir ser piyan. Li vê herêma ku ji aliyê xwezayî ve herêma herî dewlemend a Egeyê ye, darên berû û çamê yên bi sedan salî temenê xwe hene, darên zeytûn û gelyazê hene. Mêşvaniya ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên herêmê ye, ji ber birîna zêdeyî hezar darên ji bo çêkirina rêyên TIR tê re derbas bibin, nema dikare bê kirin. Li herêma RES lê tên çêkirin jî, hêzên ewlekariyê yên taybet nahêlin kesek xwe nêz bike.
'HER ROJ DAR TÊN BIRÎN'
Ji şêniyên gund Mûhammed Ataç ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku ji bo nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bide wan çend roj berê daxuyaniyek dane çapemeniyê. Ataç got, "Her roj li herêmê dar tên birîn. Li gundê me darên hezar salî hene, me nikarîbûn birîna van daran ji nedîtî ve bên. Em li hev kom bûn û li gorî qanûnan me çalakî pêk anîn. Em debara xwe bi hilberîna hingiv dikin. Eger RES bên çêkirin wê mêşvanî li vir bimire. Dixwazin çavkaniya debara me ji me bistînin. Em ê destûrê nedin vê."
'GUNDÊ ME HERÊMA HEZAZÊ YE'
Ataç bibîr xist ku gundê wan li herêma hezazê ye û destnîşan kir ku bi birîna daran re ev rîsk wê zêdetir bibe. Ataç got, "Ji bo çûyîna herêma RES lê werin çêkirin bi hezaran dar hatin birîn, tên birîn. Ji ber toz û teqreqiya derbasbûna van wesayîtan, em nikarin mêşvaniyê bikin. Hem xwezayê hem jî me gelek zerar dîtin. Em dixwazin demek ji ya din zûtir ev kar bê sekinandin. Ji xwe li vê derê xweza hat qetilkirin, qet nebe bila ji niha û pê ve nebe."
'RES DAWÎ LI MÊŞVANIYÊ TÎNE'
Raziye Alkan jî anî ziman ku ji ber toz û teqreqiya motoran ew nikarin li malên xwe jî bimînin û got, "Bi hezaran dibe ku zêdetir dar hatin birîn. Me serî li ku dabin, bersiv ji me re nehat dayîn. Li vê herêmê gelek darên kevin hene, em li dij in ku ew werin birîn. Me her roj çalakî pêkanîn, lê xebatên li şantiyeyê dewam dikin. Em mirovên debara xwe bi mêşvaniyê dikin e. Ti cihekî din ê em biçin nîne. RES'an li vê derê mêşvanî qedand. Bi rê û rêbazên qanûnî em ê mafê xwe biparêzin."