Li Îzmîrê li hember tecrîdê daxuyaniya çapemeniyê
Di daxuyaniya li Îzmîrê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan, hat diyarkirin ku pêkneanîna şert û mercên azadiya Ocalan tê wateya israra polîtîkayên neçaresiyê.

Li Îzmîrê di pêşengiya HDP, HDK, TAYD-DER û DEM-GENÇ’ê de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li ser Cadeya Kibris Şehîtlerî ya Alsancak hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Muslum Dogan û Ertugrul Kurkçu û rêveberên HDP’yî tevlî bûn.
Hevseroka bajêr a HDP’ê Dîlek Aykan a bi nave komê daxuyanî da û got Ocalan 17 sal in li Girtîgeha Îmraliyê rastî pêkanînên şerê psîkolojîk tê. Aykan got ku pêkneanîna şert û mercên azadiya Ocalan tê wateya israra polîtîkayên neçaresiyê. Aykan diyar kir ku destpêkirina pêvajoya çareseriyê tenê bi azadiya Ocalan wê gengaz bibe. Aykan wiha dewam kir, “Pêkanînên keyfî yên heya niha dewleta Tirk nîşan dane wê êdî ji aliyê gelan ve neyên qebûlkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û derfetên muzakereyan û aştiya mayînde şert û mercên azad şert in. Di vê çarçoveyê de heya roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe em ê di biryara xwe de bi israr bin. Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelan dixwazin.”