Li Îzmîrê Kurkçu jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê piştî çalakiya protestoya komploya navneteweyî Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Îzmîrê piştî çalakiya protestoya komploya navneteweyî Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

Di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan (TAYD-DER) a Şaxa Îzmîrê, bi armanca protestokirina komploya 9’ê Cotmehê li ber Sumerbanka Kevin a Konak daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.  Di daxuyaniyê de li gel saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê yên Îzmîrê Mulkiye Bîrtane û Ertugrul Kurkçu jî amade bûn. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin gotin. Li ser navê komê Hevseroka YEK-DER Husniye Aksû axivî. SAksu got: "Em wek saziyên civaka sivîl û yên Kurd ên li Îzmîrê îlana xwerêveberiyan silav dikin, komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin, em daxwaz dikin ku Serok Apo yê bi deh hezaran kes wek îradeya xwe ya siyasî dibîne bê berdan.”

Piştî daxuyaniyê polîsên dora girseyê girt û êrîş kir.

Di êrîşê de Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Li gel vê polîsan destûr nedan rojnamevan dîmenan bigirin.