Li Îzmîrê ev 7 sal in li ser rawestgeha otobusê dijî
Dogûkan Kaya yê di sala 2008'an de hat Îzmîrê, li ser rawestgeha otobusê ya Montro ya li nêzî Kulturpark a semta Alsancakê bicih bû û li vir dijî.
Dogûkan Kaya yê di sala 2008'an de hat Îzmîrê, li ser rawestgeha otobusê ya Montro ya li nêzî Kulturpark a semta Alsancakê bicih bû û li vir dijî.
Dogûkan Kaya yê di sala 2008'an de hat Îzmîrê, li ser rawestgeha otobusê ya Montro ya li nêzî Kulturpark a semta Alsancakê bicih bû û li vir dijî. Kaya anî ziman ku ew gelekî ji Îzmîrê hez dike, di demeke kurt de hînî bajêr bûye û jiyana li kolanan tercîh kiriye. Kaya diyar kir ku ev rêbaza wî ya jiyanê di heman demê de nerazîbûnek li sîstema kapîtalîst e.
Dogûkan Kaya yê di sala 2008'an de ji Stenbolê hat Îzmîrê, ev 7 sal in li rawestgeha otobusê ya Montro dijî. Ji ber ku bi şev û roj rawestgeh qelebalix e û naxwaze kesî aciz bike, li ser rawestgehê dijî. Kaya ji bo pêwîstiyên xwe yên tiwalet û şuştinê, hildikişe daran û bi vî awayî diçe hundirê Kulturparkê. Kincên xwe jî bi xortûma ava ji bo avdana giha tê bikaranîn dişo. Kaya bi alîkariya şêniyên semtê jiyana xwe dewam dike. Balkêş e li ser rawestgehê dijî. Bi vê rêbaza jiyana xwe re li dijî sîstema kapîtalîst derdikeve.
'EV DER BI DILÊ MIN E'
Kaya ji ANF'ê re peyivî û anî ziman ku zivistanê jiyana li rawestgehê gelekî zehmet e û got, "Dema gelekî sar be, ez cihekî germtir dibînim û bi vî rengî îdare dikim. Bi salane li vir dijîm, her çend min xwest jiyaneke bi rêk û pêk ava bikim jî nebû. Li vê derê rehet im, gelekî baş e. Cihê kêfxweşiyê ye ku kes naxwaze min aciz bike, Hînî min bûn, piraniya mirovên li vê derê alîkariyê jî didin min. Berî çend rojan xaltîkekê xwarin anîbû. Em bi mirovên li vê derê re li hev dikin."
'JIYANA MIN A NORMAL EV E'
Kaya diyar kir ku wî rojên bi zehmet derbas kiriye, bi vî rengî jiyan zor e lê belê ti alternatîfeke wî nîne û got, "Jiyana li gorî we normal, ji bo min jiyaneke anormal e. Ez hînî jiyaneke bi vî rengî bûm. Pirsgirêka min a pere û eşya nîne. Jiyaneke hîn bêhtir azad dijîm. Êdî ji bo min jiyaneke normal gelekî zehmet e. Mirovên li rawestgehê jî êdî hînî min bûn, kesek aciz nabe. Ez ê jiyaneke bi vî rengî dewam bikim."
'EM HÎN BÛN'
Mûstafa Ataç ku dema her roj diçe kar û vedigere li Kaya rast tê tîne ziman ku ew êdî hînê wî bûne, dema wî nabînin xemgîn dibin û got, "Di destpêkê de min got qey dîn e. Piştî ku min ew nas kir û hinekî pê re axivîm min dît ku mirovekî şêrîn e. Ji ku hatiye derketiye wê derê nizanim, lê çi bike, ev jî qedera wî ye."