Li Îzmîrê alozî didome
Li Zanîngeha Egeyê duh di dema êrîşa ulkucuyên faşîst de reîsê ulkucuyan Firat Yilmaz Çakiroglu hat kuştin û piştî vê gengeşiya derket holê didome û sedema bûyera faşîzan diyar dibe.

Piştî êrîşê li gorî agahiyên ku ÎHD’ê ji xwendekaran girtiye, êrîş bi êrîşa li dijî standa xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Egeyê destpê kiriye. Lê du roj beriya bûyerê jî komên faşîst ên ulkucu xwendekarên welatparêz provoke kirine.
EWLEHIYA TAYBET: WÊ ÊRÎŞ BIKIN
Beriya êrîşa duh du peywirdarên ewlehiya taybet tê kafeya ku xwendekar lê rûdinin û gotine: “Amadekarî kirine, komeke ji 250 kesî pêk tê wê êrîşê we bikin.” Peywirdarên Ewlehiya Taybet li şûna ku tedbîrê bigirin, tenê hişyar kirine.
Xwendekar li ser vê yekê çûn Fakulteya Wêjeyê. Piştre koma faşîst êrîşê xwendekarên Kurd kirin.
Di êrîşê de 5 xwendekarên Kurd birîndar bûn. Reîsê Ulkucuyan Firat Yilmaz Çakiroglu jiyana xwe ji dest da.
XWESTIN BIRÎNDARAN BINÇAV BIKIN
Polîsan 5 xwendakarên rastî êrîşê hatin binçav kir. Xwestin birîndaran li nexweşxaneyê binçav bikin.
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Mizgîn Irgat bang li serhekîman kirin ku heta dermankirina birîndaran temam nebe bila birîndar neyên binçavkirin.
Piştî êrîşê koma faşîst a ulkucu, li kolanên Bornovayê bi kevir û kêran geriyan. Xwendekarên Kurd çûn Taxa Mevlana. Li vir hewldanek êrîşê çênebû.
Koma faşîst li ber nerxweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîgeha Egeyê hatin cem hev û cam şikestin. Di nava komê de kesên 40-50 salî jî bal kişand.
LI DIJÎ HDP’A MENDERESÊ ÊRÎŞ
Komekê di saetên şevê de bi keviran êrîşî HDP’a Menderes a Îzmîrê kir. Hemû camên avahiyê hatin şikandin. Avahiya HDP’a Menderesê ku berê jî rastî êrîşê hatibû nehat zanîn ku kê êrîş kiriye. Hevserokê HDP’a Menderesê Alî Riza Adiyaman got ku wê bûyerê bibin darazê.
Daxwaza parastina avahiya HDP û DBP’ê hêj ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve nehatiye pêşwazîkirin.