Li Îdirê şanoya 'Xulamê du xwedî' rastî eleqeyek mezin hat

Li Îdirê şanoya 'Xulamê du xwedî' rastî eleqeyek mezin hat

Li Îdîrê şanoya kurdî ya bi navê “Xulamê du xwedî” rastî eleqeyekî gelek mezin hat.

Bernameyên çandê yên Şaredariya Îdîrê berdawam dikin. Yekineya çandê ya Şaredariya Îdîrê şanoya ji aliyê lîstîkvanên şanoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve hatî lîstin a bi navê “Xulamê du xwedî” a kurdî ji beşdarvanan re pêşanda. Şano li Salona Şanoyê ya Navenda Çandê pêk hat. Endamên Meclîsa BDP'ê Abbas Yoldaş, Metîn Bîngol, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Çîrka, Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk, Şaredarê bajaroka Xalfeliyê Omer Aksu û gelek welatiyan şano temaşe kir. Lîsik bi eleqeyekî gelek mezin hate temaşekirin.

Piştî lîstikê Wekîlê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk lîstikvan pîroz kirin û qurnefîl dan wan.