Li hemberî bendav û HES’an meş
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê li hember bendav û HES’ên tê xwestin li Kurdistanê bên çêkirin ber bi Heskîfê ve meşek li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê li hember bendav û HES’ên tê xwestin li Kurdistanê bên çêkirin ber bi Heskîfê ve meşek li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê li hember bendav û HES’ên tê xwestin li Kurdistanê bên çêkirin ber bi Heskîfê meşek li dar xistin. Ciwanên li ber Şaredariya Êlihê kom bûn bi pankarta “Xwedî li Av, Ax, Enerjî, Kolan, Dîroka xwe derkeve” meşek li dar xistin.
Ji ber Heskîfa bajarê antîk ê 12 salan bi Bendava Ilisû bi tinebûnê re rû bir û ye, endamên Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ya Êlihê, tîşortên Heskîfê li ser wan nivîsandî li xwe kirin û ji navenda Êlihê ber bi Heskîfê ve dest bi meşê kirin. Ciwanan pankarta, “Xwedî li Av, Ax, Enerjî, Kolan, Dîroka xwe derkeve” ku vekirin, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, diyar kir ku xwedîderketina ciwanan a li dîrok û çanda xwe watedar e. Ferzende Avci yê li ser navê meclîsa ciwanan daxuyaniyek xwend got ku li hember qirkirina xwezaya li Kurdistanê pêngaveke nû dane destpêkirin û wiha axivî: “Li Kurdistanê çalakiyên tinekirina dîrokê û xerakirina hevsengiya ekolojiyê ji dîroka Komara Tirkiyeyê heta niha bûye parçeyeke polîtîkaya tinekirin û înkarê ya li hember Kurdan.”
Avci wiha dewam kir, “Li hember vê rewşê em ê xwedî li av, enerjî, ax, dîrok û çanda xwe derkevin, wek hêza pêşeng ku em ê ciwan bin û bi vê wesîleyê em ji tevayî raya giştî re diyar dikin ku me pêngava xwedî lê derkeve daye destpêkirin.”
Piştî daxuyaniyê ciwan bi dirûşman ber bi Heskîfê ve ketin rê.