Li gelek welatan gel ji bo Cizîrê li kolanan bûn
Li Fransa, Awûstralya, Fînlandiya Awûstûrya Kurd û dostên wan derketin kolanan û AKP protesto kirin, berxwedana gel silav kirin.
Li Fransa, Awûstralya, Fînlandiya Awûstûrya Kurd û dostên wan derketin kolanan û AKP protesto kirin, berxwedana gel silav kirin.
Polîtîkayên komkujiyê yên AKP li Cizîr û giştî Kurdistanê pêk tîne li welatên cuda tên protestokirin. Li Fransa, Awûstralya, Fînlandiya Awûstûrya Kurd û dostên wan derketin kolanan û AKP protesto kirin, berxwedana gel silav kirin.
TOULOUSE
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, komkujiya li Cizîrê ku hat protestokirin berxwedana gel hat silavkirin.
Çalakiya ji aliyê Kolektîfa Piştevaniya bi Gelê Kurd re û Komeleya Çandê ya Kurd, li Qada Capîtol pêk hat. Di çalakiyê de li ser navê komeleyê Alî Ataç axivî. Ataç got: “Gelê Cizîrê 9 roj in tî, birçî û bê nan bi rûmeta xwe dijî. Em vê berxwedanê silav dikin û soza xwedîderketinê didin.”
Çalakî bi dirûşma, "Bijî berxwedana Cizîrê” bi dawî bû.
SYDNEY
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Sydney ê Awûstralya li hev kom bûn û li Tawn Hallê komkujiya li Cizîrê protesto kirin. Partiya Keskan û rêxistinên sosyalîst ên Awûstralya jî tevlî çalakiyê bûn. Axaftinên hat kirin de hovîtiya AKP’ê ya li hember Kurdan dimeşîne hat şermezarkirin.
Li ser navê Komaleya Kurdan a Sydneyê Zîlan Hoûshyar û Rawand Azeez axivîn û diyar kirin ku kes nikare gelê Kurd teslîm bigire.
Di çalakiye de belavok hatin belavkirin û bi gelek zimanan dirûşm hatin gotin.
FÎNLANDIYA
Kurdên li Fînlandiyayê dijîn jî bi girseyî terora dewleta Tirk protesto kirin.
Girseya ku kîlometreyekê ber bi Sefaretxaneya Tirk meşiya dirûşmên “Cizîrê ne bi tenê ye”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, Gel li vir e” gotin.
ÎNNSBRÛCK
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê derketin qadan, polîtîkayên şer ên Erdogan û AKP’ê protesto kirin û berxwedana Cizîrê silav kirin.
Bi sedan kes li Cadeya Marîa-Therasîa Strasse ya Înnsbrûckê kom bûn û mîtîng pêk anîn. Polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk bi pankartên xwe lanet kirin û dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Cizîrê” gotin.
Li ser navê Ciwanên Azad, Rojda Koçgîrî bi silavkirina berxwedana Cizîrê dest bi axaftina xwe kir û bêdengbûna Ewropa ya li hember bûyerên li Kurdistanê diqewimin rexne kir.
Di meşê de komek faşîst xwest êrîşî meşê bike, lê ciwanên Kurd koma faşîst asteng kirin.