Li gelek bajaran serdanên goristanan

Bi wesîleya Cejna Remezanê li gelek bajaran gorên gerîlayên PKK, HPG û şervanên YPG/YPJ'ê hatin ziyaretkirin.

Bi wesîleya Cejna Remezanê li gelek bajaran gorên gerîlayên PKK, HPG û şervanên YPG/YPJ'ê hatin ziyaretkirin.

AMED

Di pêşengiya MEYADER’ê de gorên gerîlayên PKK, HPG û şervanên YPG/YPJ'ê ên li Goristana Yenîkoy hatin ziyaretkirin. Di serdanê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Nursel Aydogan, Îmam Taşçier û Sîbel Yîgîtalp, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên DBP, HDP’ê û gel amade bûn. Di serdanê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Paşê gorên Cîhan Denîz û Husnu Ablay ê di komîsyona diyarkirina namzetan a hilbijartina 22’ê Tîrmeha 2008’an de cih girtibûn hatin ziyaretkirin û qerenfîl danın ser goran. Hevserokê DBP’a Bajêr Alî Şîmşek ê li vir axivî cejna tevayî alema Îslamê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir, xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya wekhevî, azadî û aştiyê.

Malbatên gerîlayên PKK, HPG û şervanên YPG/YPJ'ê, li ser gorên zarokên xwe kêliyên hestyar jiyan. Kêlên goran şûştin û dûa xwendin. Li Bismil û Erxenî jî gor hatin ziyaretkirin.

MERSÎN

Li Mersînê jî endamên YAKAY-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamentera HDP’ê ya Mersînê Çîlem Oz, gorên gerîlayên PKK, HPG û şervanên YPG û YPJ'ê ziyaret kirin. Girseyê qerenfîl danî ser goran û dûa xwend.

BEDLÎS

Di pêşengiya MEYA-DER Şaxa Bedlîsê de bi wesîleya Cejna Remezanê “Şehîdgeha Xerzan” bi girseyî hat ziyaretkirin. Di serdanê de li gel sedan welatiyan Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, hevşaredarên Bedlîs, Xîzan, Mûtkî, Norşîn, Xelat, Yolalan û rêveberên HDP, DBP’ê amade bûn. Hevserokê MEYA-DER Şaxa Bedlîsê Nîhat Karababa yê li vir axivî got, “Ez cejna hemû malbatên şehîdan pîroz dikim û li hember şehîdên me ben xwe ditewînım.”

 WAN

Li Wanê di pêşengiya HDP û DBP’ê de gorên gerîlayên PKK, HPG’ê û şervanên YPG û YPJ'ê hatin ziyaretkirin, qerenfîl danîn ser goran. Gelek kesên di nav wan de parlamenterên HDP’ê Tûba Hezer û Selamî Ozyaşar jî hebûn li ber Komeleya Meclîsa Yenîmahalle kom bûn heta Şehîdgeha Yenîmahalle meşiyan. Hevserokê DBP’a Bajêr Munîr Aras ê li vir axivî got: “Şehîdên me ji bo rûmet û namûsa Kurdan jiyana xwe bê teredût feda kirine.”

SEMSÛR

Li Semsûrê jî di bin pêşengiya YAKAY-DER’ê de gorên gerîlayên PKK, HPG’ê  û şervanên YPG, YPJ’ê hatin ziyaretkirin. Girse destpêkê çû Şehîdgeha Bêzar a li Goristana Karapinar. Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Rêveberên HDP û DBP’ê yên Semsûrê û gelek welatî tevlî ziyaretê bûn. Hevseroka YAKAY-DER’ê Sevgî Dag diyar kir ku têkoşîna 35 salan a li Kurdistanê tê meşandin ew anîne vê derê û got, “Di roja beriya Cejna Remezanê de pêşî YPG û YPJ’yiyên li Rojava têkoşîna azadiyê dimeşînin silav dikim, kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bibîr tînim.” Piştî axaftinê qerenfîl danîn ser Bîrdariya Bêzar û gorên din.

RIHA

Serdana goristanan a li Rihayê jî bi serdana gora Mûhsîn Melîk a li Goristana Eyûb Pêxember destpê kir. Koma di nav de parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan, Ziya Çalişkan, Leyla Guven, Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş û gelek welatî hebûn, piştî xwendina dûayan rêz girtin. Parlamenter Guven piştre axivî  û got, “Kurd rojên xwe û siberojên xwe yên azad, deyndarê qehremanên ku jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê em ê meşaleya wan heya dawiyê hilgirin. Piştre kom derbasî Goristana Beddî-û Zaman a li navçeya Xelîliyê bûn. Piştî serdana li vê derê kom ji bo serdana Şehîdgeha Kobanê ber bi Pirsûsê ve ket rê.

Kom çû Şehîdgeha Kobanê ya li Pirsûsê û qerenfîl danîn ser goran. Li navçeyên Serêkaniyê û Siwêregê jî goristan hatin ziyaretkirin.

EDENE

Li Edeneyê jî li navçeyên Seyhan, Yuregir, Çûkûrova û Ceyhanê li gelek goristanan serdana goran çêbû. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî di nava serdanê de cih digirt. Di serdana Goristana Kuçukoba malbatên nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ê sala 2010 an dema li pey nûçeyan bû jiyana xwe ji dest da, xebatkarên Azadiya Welat Metîn Alataş û Kadrî Bagdû ên di  salên 2011 û 2014 an de hatin qetilkirin, endamên MEYA-DER’ê û gelek sazî û welatî di ketina goristanê de hatin gel hev. Parlamenter Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe ya li vir de got, “Em di saya kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane heya vê nuqteyê hatine. Em xwedî li têkoşîna wan derdikevin û soz didin wan.”

MANÎSA

Rêxistina HDP’ê ya Tûrgûtlû û welatî, bi boneya Cejna Remezanê gorên PKK’yiyên li Goristana Şaredariya Tûrgûtlû ziyaret kirin û qerenfîl danîn ser goran.