Li galaksiya 9 mîlyar salî, qula reş a 30 qat mezin

Lêkolînerên zanîngehên Keele û Central ên li Îngilîstanê mora xwe danîn binê keşfeke balkêş. Keşif kirin ku pêkane galaksî di navenda xwe de xwedî qulên reş ên gelekî mezin bin.

Lêkolînerên zanîngehên Keele û Central ên li Îngilîstanê mora xwe danîn binê keşfeke balkêş. Keşif kirin ku pêkane galaksî di navenda xwe de xwedî qulên reş ên gelekî mezin bin.

Lêkolîneran encamên 'Southern African Large Telescope' analîz kirin û dîtin ku li navenda galaksiya bi navê SAGE0536AGN, quleke reş a ji teoriyên heyî gelekî mezintir, heye.

Ev encama nedihat hêvîkirin, di kovara zanistiyê ya bi navê "Monthly Notices of the Royal Astronomical Society" de hat weşandin Galaksiya SAGE0536AGN ji aliyê teleskopa fezayê Spîtzer a NASA'yê ve hat dîtin û hat tespîtkirin ku emrê wê 9 mîlyar sal e.

Di nûçeya li malpera Maxisciences de hat argihandin ku bi bikaranîna Southern African Large Telescope re leza gaza tevdigere hatiye hesapkirin û bi vî rengî hebûna qula reş hatiye tespîtkirin. Zanistan her wiha dîtin ku xeta emîsyona hîdrojen a li galaksiyê belav dibe.

Ev qula reş a ku tê texmînkirin 320 mîlyon girseya rojê temsîl dike, ji bo galaksiyeke bi vî rengî 30 qat ji texmînan mezintir e. Galaksiya ev qula reş lê hatiye dîtin jî xwedî girseya rojê ya 25 mîlyarî ye. Yanî 70 qatan ji qula reş mezintir e.

Ji rêveberên lêkolînê Jacoo van Loon bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Galaksî dibe ku li navenda xwe xwedî qulên reş ên mezin bin. Lê belê ev bi rastî jî gelekî mezin e."