Li Foçayê bi dehan darên zeytûnan hatin birîn

Li navçeya Foça ya Îzmîrê bi sedema çêkirina tesîsa dawerivandinê bi dehan darên zeytûnan hatin qutkirin.

Li navçeya Foça ya Îzmîrê bi sedema çêkirina tesîsa dawerivandinê bi dehan darên zeytûnan hatin birîn.

Li devera Kargilidere ya navçeya Foça ya Îzmîrê, bi sedema tesîsa dawerivandinê ya ÎZSU ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin plan dike çêbike, bi dehan darên zeytûnan hatin qutkirin. Danê nîvro nêzî 50 darên zeytûnan ên diviyabû ji cihê xwe bên rakirin û li devereke din bên çandin bi bireka elektrîkê hatin birîn. Ji bo ku li herêmê xebatê bikin girêdayî Şaredariya Bajarê  mezin, 2 kepçe, vîncek, 3 kamyon hatin qadê.

Ev komkujiya ku li ber çavên welatiyên li derdorê pêk hat, piştî parêzerên hawirdorparêz bi rêya telefonê agahî dan jendermeyan birîna daran hat rawestandin.

Rayedarên şaredariyê piştî demeke kurt belgeya fermî ya wê daran neqlî cihekî din bikin nîşanî jendermeyan dan xebatan dewam kir. Di nav 40 deqeyan de kok û rehên 50 darên di 400 salî de çêdibin zerar dîtin.