Li Fede de la Solîdarîte ya Nantes standa ji Ocalan re azadî hat vekirin.
Li Fede de la Solîdarîte ya li bajarê Nantes ê Fransa tê organîzekirin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat vekirin.

Di standê de biyografî û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û broşurên Fransî yên HDP’ê hatin belavkirin. Profesorê Jeopolîtîk ê Fransî Albert Bertrand standa ji Ocalan re azadî ziyaret kir.
Prof. Bertrand di ziyaretê de diyar kir gelê Kurd bi sebreke pir mezin berxwedanekê pêş dixe, di parçebûna Kurdistanê de dewleta Fransa roleke mezin listiye, ji ber vê sedemê jî biryarên şaş ên di dîrokê de hatine girtin pêwîst e îro bên rastkirin.
Profesor diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn û pêwîst e teqez Ocalan azad bibe. Nûnerên saziya mafê mirovan a Rojavayê Fransa jî stand ziyaret kirin.