8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li gelek navendên Ewropayê di atmosfera berxwedanê de hat pîrozkirin. Di çalakiyên pêşengiya jinan de ku serketina Kobanê hat silavkirin, banga xurtkirina piştevaniya bi Şengalê re hat kirin.
STUTTGART
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, jinên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, Tevgera Jinan a Kurd, Jina Nû (ATÎK), Însiyatîfa Jinan a Dîe Lînke, FV, Courage, ADHK Ludwigsburg, Însiyatîfa Jinan a Îranê û Alinterî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Schlossplatz mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiyê de jinan kincên herêmî li xwe kirin, li erbaneyan dan û deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de wêneyên Sîbel Bûlût, Arîn Mîrxan, Sakîne Cansiz, Tugçe Aslan a li Elmanyayê hat qetilkirin û Ozgecan Aslan a li Mersînê hat qetilkirin hatin hilgirtin.
Di axaftinan de girîngiya dîrokî ya 8’ê Adarê, şoreşa jinê ya Rojava ya di mînaka parastina jinê YPJ’ê de şênber bû, li hember şideta li dijî jinê derketina îsyana jinê hatin vegotin.
Di daxuyaniya ji aliyê CENÎ û SKB ve têkildarî Zeynep Celaliyan a li girtîgeha Îranê ye hat amadekirin jî li Qada Schlossplatz li sedan jinan hat belavkirin.
Meş li ber Rathaus bi dawî bû.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî de saziyên jinan ên ji civakên cuda 8’ê Adarê bi meş û mîtîngekê pîroz kirin. Di çalakiyê de wêneyên jinên di berxwedana Şengal û Kobanê de jiyana xwe ji dest dane hat hilgirtin. Berxwedana 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin hat silavkirin.
Peyama YXK-JIN jî ku hat xwendin, têkildarî rewşa Zeynep Celaliyan û jinên li Şengalê belavok hatin belavkirin.
Li bajêr di pêşengiya Komeleya Jinan a Hêvî ji bo Kobanê û Şengalê stand hat vekirin.
Li Şaredariya Celle jî bi tevlîbûna SPD û gelek saziyan panelek hat lidarxistin. Di panelê de girîngiya PKK’ê ya di azadiya jinê û Şengal û Kobanê hat nîqaşkirin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd hat organîzekirin, gelek Kurdistanî û ji gelên cuda jin beşdar bûn. Di meşa li cadeya Banhof de pankarta, "Ji Şengalê heta Kobanê piştevanî” hat vekirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirin û gelek belavok hatin belavkirin.
Piştî meşê di mîtînga hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku jinên Kurd li hember barbariyê bûne sembol û banga piştevaniya bi jinên Kurd re hat kirin.
Mîtîng bi govendê bi dawî bû.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Elmanyayê bi wesîleya 8’ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin.
Li bajarê Denh Haag ê Elmanyayê di pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê, Weqfa Jinan a Kurd a Dîaspora, Weqfa Jina Azad a Navneteweyî jinên Kurdistanî yên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev 8’ê Adarê pîroz kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinan a Kurd Şemsê Gullu, diyar kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Gullu bal kişand ser komkujiya 9’ê Çile ya Parîsê û got ku komkujî êrîşeke siyasî ya li hember jinên Kurd bû.
Çîro Jalal a li ser navê Weqfa Jinan a Kurd a Dîaspora axivî anî ziman ku di serhildana gel a 7’ê Adara sala 1991’ê ya li Başûrê Kurdistanê belav bû jinan pêşengî kiriye.
Ji Partiya Komunîst a Îranê Chia Qadery, jî di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinên Kurd ên li Îranê.
JAPONYA
Jinên Kurd ên li Japonyayê 8’ê Adarê bi çalakiyên cuda pîroz kirin. Di pêşengiya Komeleya Çandê ya Kurd a Japonya de li avahiya Komîkan a Şîba Mînamî ya li herêma Warabî şahiyek hat organîzekirin.
Di şahiyê de berxwedana jinên Kurd a li Rojhilata Navîn hat silavkirin û hat diyarkirin ku wê sala 2015’an bibe sala jinan.