Li Dirbêsiyê SZK'ê 100 mamoste amede kir
Li Dirbêsiyê SZK'ê 100 mamoste amede kir
Li Dirbêsiyê SZK'ê 100 mamoste amede kir
Li Dirbêsiyê 100 xwendekarên zimanê kurdî bawername wergirtin û dê li dibistanên fermî mamomostetiyê bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên ziman û perwerdeya bi Kurdî didomin. Li Dirbêsiyê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca amadekirina mamosteyên zimanê kurdî, duh ezmûn ji 100 xwendekarên ku beriya demekê tevlî dewreya zimanê kurdî bibûn. Duh dewre bi dawî bû, ezmûna wan di navenda SZK'ê de hate lidarxistin.
Têkildarê mijarê endama Saziya Zimanê Kurdî Meysûn Berzazî diyar kir ku ew pir kêfxweşin ku jimara mamosteyên wan zêde bûne, ew êdî dikarin li hemû dibistanên fermî yên Dirbêsiyê û gundên derdorê zimanê kurdî bidin.
Piştî ku ezmûn bi dawî bû koma zîlan ji xwendekaran stran pêşkêş kirn.