Li dijî 'Paketa Ewlekariya Hundir’ wê berxwedan bê pêşxistin

Rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî yên ku bi banga KESK, DÎSK û TTB'ê li dijî "paketa ewlehiyê" hatin ba hev diyar kirin ku bi paketa ku payeya heta înfaza bêdaraz dide polîsan.

Rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî yên ku bi banga KESK, DÎSK û TTB'ê li dijî "paketa ewlehiyê" hatin ba hev diyar kir ku bi paketa ku payeya heta înfaza bêdaraz dide polîsan AKP îxtidara xwe misoger dike û li dijî paketê banga derketina kolanan kirin.

Rêxistin û partiyên wekî ÎHD, HDP, CHP, Halkevlerî, SDP, ESP, SYKP, Partiya Keskan û Pêşeroja Çep, EMEP'ê yên uk bi banga KESK, DÎST û TTB'ê li Yekitiya Mulkiyeyiyan li dijî "paketa ewlehiyê"daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê. Di civîna ku hate xwestin hikûmeta AKP'ê "paketa ewlehiyê" paş ve bikişîne nûnerên saziyan yek bi yek mafê axaftinê girtin.

KESK: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RE HEVPAR BIKIN

Ewil Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen axivî û got ku paket ewlehiya hemû hêzên ked û demokrasiyê tehdît dike û wiha berdewam kir: "Ev paket pêşeroja me û ewlehiya canê me tehdît dike. Ji ber vê yekê em li dijî vê qanûnê derdikevin, emê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi hêzên demokrasiyê de çalakiyên xwe li her derê li dar bixin." Ozgen bilêv kir û ew ê têkoşîna xwe bi hêzên demokrasiyê re hevpar bikin têkoşîna xwa bidomînin banga têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê kir.

DÎSK: DI HER TÊKOŞÎNÊ DE KARKER BIBIN 'GUMANBARÊ MAQÛL'

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku "paketa ewlehiyê" bi zorê tê xwestin ji meclîsê bê derbaskirin û wiha berdewam kir: "Îro şunde her têkoşîn û daxwazê maf jî dê bi zorê bê eciqandin. her berxwedêrên karker, têkoşîna jinan dê ji aliyê hikûmetê ve bê hedefgirtin. Konên me yên berxwedanê yên li çar aliyên Tirkiyeyê wetî navenda terorê dê bên dîtin her karkerên ku têdikoşîn jî dê bibin gumanbarên maqûl." Çerkezoglu got ku ew ê wekî DÎSK bi KESK'ê de îro şunde jî ji bo ev qanûn ji meclîsê derbas nebe têkoşîna xwe bidomînin.

TTB: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Piştre Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Beyazit Îlhan jî li dijî "paketa ewlehiyê" nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: "Em pêvajoyekî ku ji bo anîna rêveberiya zorbe hewldan heye dijîn. Xwepêşandanên mirovan ên aştiyane û mafên hatina ba hev û meşê jî wekî suc dê bên nîşandan. Mirov dê wekî gumanbarên maqûl bên dîtin, bên girtin ji mafên xwe yên demokratîk bêpar bên hiştin. Em ê jî li hêzên ked û demokrasiyê ve li dijî vê qanûnê têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê hêzên ked û pîşeyê û partiyên siyasî çûn ber deriyê Dîkmenê ya Meclîsê û li vir li dijî "pateka ewlehiyê" nerazîbûnên xwe nîşan dan. li vir Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose axivî û wiha got: "Em tevahî civak bi tiştekî re rû bi rû ne. Hikûmeta AKP'ê me vedixwîne kolanê. Dibe ku ev qanun derbas bibe dibe ku ev vê randê winda bikin lê raundên din ên me ne. Li ber xwe bide meclîs, li ber xwe bi de kolan!"

HDP: LI DIJÎ PAKETÊ DAKETINA KOLANAN REWA YE

Piştre Parlemanterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axivî û anî ziman ku li dijî paketê daketina kolanan rewa ye û banga têkoşîna li kolanan kir. Çelîk bilêv kir ku wan hemû mafên xwe yên qanûnî li gorî armancê bi kar anîn û di heman demê de nîşan da ku ev qanûn dê pêkanînên çi rengî re rê veke nîşan da. Çelîk got ku ew ê li kolanan, kargehan û zeviyan li ber xwe bidin û bi berxwedanê ve bi ser kevin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Li aliyê din rêxistinên pîşe û kedê û partiyên siyasî saet di 18.00'an de li cadeya Yukselê kom bibin û heta avahiya AKP'ê ya Enqereyê bimeşin.