Li Dêrsimê peykerê Sakine Cansiz tê çêkirin
Li Dêrsimê peykerê Sakine Cansiz tê çêkirin
Li Dêrsimê peykerê Sakine Cansiz tê çêkirin
Wênesaz û peykerçêker Fuat Gok ku demek dirêje li ser hunera wêneyan xebatê dimeşîne, dê bi piştgiriya Şaredariya Dêrsimê û Navenda Xebatên Civakî û Piştevaniya Ciwanan (GENÇSEM) peykera yek ji damezirênerên PKK'ê Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin, çêbike.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Dîcleyê (DÎHA) hunermendê Navenda Xebatên Civakî û Piştevaniya Ciwanan (GENÇSEM) ku di bin bane Şaredariya Dêrsimê de xebatê dimeşîne Fuat Gok, dê ji bo biranîna yek ji pêşeng û sazûmankarên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileyê de li gel Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatibû qetilkirin, wê peykerê Cansiz çêbike.
Peyker wê li Dêrsimê bi alîkariya Şaredariya Bajêr û GENÇSEM’ê bê çêkirin
Fuat Gok ku portreyê pêşengê serhildana Dêrsimê Seyît Riza, Hz. Alî jî çêkirine, niha hewl dide ku portreyê Şêx Said çêbike. Gok bi xêzkirinê portre û wêneyê hurermend Ahmet Kaya jî çêkiribû. Gok niha aramc dike ku bi mozaîkan portreya Sakine Cansiz çêbike.
Di derbare xebata xwe de Gok destnîşan kir ku, ew di nava şert û mercên şer de xebata wênexêzkirinê bi zehmetî dimeşîne, lê ew dê xêzkirina wêneyan berdewam bikim û got, ew dê wêneyên Sakine Cansiz (Sara) jî bi mozaikan bi alîkariya ciwanan çêbike.