Li Çorûmê xwendekarên zanîngehê di greva birçîbûnê de ne
Xwendekarên Zanîngeha Hîtîtê ya Çorumê ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê yên di greva birçîbûnê de ne îro dest bi grevê kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Hîtîtê ya Çorumê jî ji bo piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê yên di grevê de ne îro ketin greva birçîbûnê û dê rojeke piştgiriyê bidin. Gelek xwendekar tevli greva kuli avahiya HDP’ê hate destpêkirin bûn. Li avahiya HDP’ê dowîzên “Bijî zanîngehên xweser” hatin daliqandin. Xwendekaran bi daxuyaniya ku dan ve diyar kirin ku ew çalakiya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê slav dikin. Di daxuyaniyê de xwendekaran wiha got: “Divê Zanîngeha Çewlikê daxwazên hevalên me qebûl bikin. Heke qebûl nekin em ê dest bi greva bêdawî bikin.”
Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bijî berxwedana xwendekaran” û “Em ê li ber xwe bidin û bi serkevin” berz kirin.