Li Colemêrgê ji bo Kobanê kampanyaya piştgiriyê

Li Colemêrgê ji bo piştgiriya welatiyên Kobanê kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin û TIR'ek zexîre ji niha ve hat şandin.

Li Colemêrgê ji bo piştgiriya welatiyên Kobanê kampanyaya piştgiriyê hat destpêkirin û TIR'ek zexîre ji niha ve hat şandin.

Li Colemêrgê, şaredarî, HDP û DBP’ê di çarçoveya kampanyaya “Bi gelê Kobanê re piştgirî” de TIR'ek zexîre ji bo welatiyên Kobanê hat şandin. Zexîre li ber avahiya şaredariyê wê ji vir pê de werin kom kirin û Hevserokê DBP’ê Musa Çîftçî beriya zexîre bê şandin di çarçoveya kampanyayê de agahî dan. Çîftçî destnîşan kir ku wan komîsyonek ji 11 kesan pêk tê ava kirine û dê ev komîsyon salekê vê xebatê bimeşîne û wiha got: “Ne tenê zexîre her wiha ji bo înşakirina Kobanê jî melzemeyên înşaatê û yên paqijiyê jî werin kom kirin. Em ji esnaf û welatiyên ku piştgirî bidin vê kampanyayê re ji niha ve spas dikin.”