Li Bochumê bîranîna komkujiya Sêwasê

Li Elmanyayê ji bo kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku divê Elewî û Kurd têkoşîna hevpar bimeşînin.

Li Elmanyayê ji bo kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku divê Elewî û Kurd têkoşîna hevpar bimeşînin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Yekîtiya Xwendekarên Elewiyan ên Bochumê ji bo kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Bochum ê Elmanyayê çalakiya bîranînê li dar xistin.

‘JI HEMÛ KOMKUJIYAN TIRKIYE BERPIRSYAR E’

Hevserokê BDAS a Elmanyayê Cem Ozkan diyar kir ku Komkujiya li Sêwasê li Iraq û Sûriyeyê li ser Elewî, Kurd, Êzidî, Tirkmen û kêmenetewan berdewam dike. Ozkan da zanîn ku Tirkiye di nava van hemû komkujiyan de rol dilîze û bibîr xist ku çete li ser Tirkiyeyê re derbas dibin.

Ozcan got, “Em bi şoreşa Kobanê serbilind in. Em ji bo wan jinên li hember DAIŞ’ê têdikoşin minetdar in. Ewe bi navê mirovahiyê li hember van hovan şer dikin.”

Bêrîtan Altûn a bi navê YXK’ê axivî jî diyar kir ku, rêya pêşîlêgirtina komkujiyan di yekîtiyê re derbas dibe. Altûn diyar kir ku, weke xwendekarên Kurd û Elewî komkujiyê şermezar dikin û bang li hemû derdorên demokratîk kir ku ji bo dengê xwe bilind bikin.

‘KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎNE LI ELMANYAYÊ DIJÎN’

Ji axaftvanên panelê Mehmet Kiliç jî bal kişand ser Komkujiya Sêwasê û got ev komkujî ji komkujiyên Koçgirî, Mereş, Roboskî, Gezî û Rojava ne serbixwe ye, kesên Komkujiya Sêwasê pêk anîne piraniya wan li Elmanyayê bê pirsgirêk jiyana xwe didomînin. Kiliç got ku pêwîst e hemû civakên li Rojhilata Navîn dijîn li hember hêzên faşîst û serdest têkoşîna hevpar bimeşînin, her wiha da zanîn ku li Tirkiyeyê fêrkirina Elewîtiyê û perwerdeya Kurdî li dibistanan mafê herî bingehîn ê mirovan e.

...