Li Basel û derdorê wê ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde
Li basel û derdora wê di çarçoveya hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 25. ku xebat tên meşandin ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde heye.
Li basel û derdora wê di çarçoveya hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 25. ku xebat tên meşandin ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde heye.
Li basel û derdora wê di çarçoveya hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 25. ku xebat tên meşandin ji bo HDP’ê eleqeyeke zêde heye. Yek ji endamên komîsyona hilbijartinan a herêma Basel Mustafa Demîr diyar kir ku heta niha bi 6 hezar hilbijêran re axivîne û got, “Di çarçoveya hilbijartinan de gelek hilbijêrin Elewî yên heta niha dengên xwe dida CHP’ê biryar dane ku dengên xwe bidin HDP’ê.”
Beriya hilbijartinên giştî yên serdema 25. ên 7’ê Hezîranê, di serî de sazî û dezgehên girseya demokratîk mirovên ji her beşê di çarçoveya xebatên piştgirîdayîna HDP’ê de , tê xuyakirin ku ji bo HDP’ê eleqeyeke mezin heye. Saziyên girseya demokratîk ên li bajarê Basel bi armanca desteka ji HDP’ê re ku kom bûn bi komîsyona hilbijartina a ava kirin xebat dan destpêkirin.
Sazî û dezgehên wek Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Basel, Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYK), Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Navenda Çand, Huner, Perwerde ya Basel (BEKSAM), ÎTÎF, ÎDHF, SDP, ÎGÎF ku hatin gel hev û komîsyona hilbijartinan a Basel a HDP’ê ava kirin têkildarî 25 hezar hibijêrin Tirkiyeyî xebatan dimeşînin.
XEBATÊN HILBIJARTINAN LI HER QADAN E
Di serî de avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Basel, komeleyên din ên rêxistinên di nav xebatên komîsyonan de cih digirin, wek buroyên hilbijartinê yên HDP’ê dixebitin. Li van deveran ligel agahiyên bikaranîna dengan, bi gel re civîn tên organîzekirin û çima bila dengên xwe bidin HDP’ê nîqaş tên kirin.
Li her qada herêma Basel mirov dikare endamên komîsyonê yên ji bo HDP’ê dixebitin bibîne. Xebatkarên komîsyonê mal bi mal digerin, carinan li qehwexaneyan, dawetan hilbijêran ziyaret dikin. Li van deveran ligel kontrolkirina qeydên hilbijêran, behsa girîngiya HDP’ê ya ji bo gelên Tirkiyeyê tê kirin.
‘HEDEF HERÎ KÊM 12 HEZAR DENG IN’
Yek ji xebatkarên Komîsyona hilbijartinan a Basel a HDP’ê Mustafa Demîr ê têkildarî xebatan agahî da, got ku li herêma Basel a nêzî 25 hezar hilbijêrin Tirkiyeyî hene hedefa wan herî kêm 12 hezar deng in. Demîr diyar kir ku komîsyon li her cihî xebatên xwe dimeşîne û di hevdîtên rû bi rû yên heta niha hatine kirin de eleqeyeke zêde ji bo HDP’ê heye. Demîr got ku heta niha bi 6 hezar hilbijêran re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: “Siyaseta HDP’ê li ser gelê me yê li Ewropa dijî bandoreke mezin çêkiriye. Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatine van deveran îro pêşeroja welatê xwe û ya xwe di HDP’ê de dibînin.”
‘HILBÊJÊRÊN CHP’YÎ JÎ DIBÊJIN HDP’
Demîr diyar kir ku li herêma Basel bi taybet Elewî dijîn û got, “Di xebatên me de yek ji pêşketina herî girîng a derketiye holê ev e ku beşek mezin a Elewiyan ên heta niha dengên xwe didan CHP’ê dibêjin ku wê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ligel hilbijêrên Elewî saziyên Elewiyan jî destekeke mezin didin xebatên me.”
‘JI BO PÊŞEROJA XWE EM BÊJIN HDP’
Demîr herî dawî bang li hilbijêrên li herêma Basel kir, diyar kir ku ji bo dengên xwe bidin HDP’ê qeyda hilbijartinê şert e û pêwîst e her hilbijêr qeyda xwe ya hilbijartinan kontrol bike, eger ew nekarin dikarin bigihêjin wan û piştgiriyê bigirin. Demîr got ku ji bo pêşeroja xwe biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê.
Hilbijêrên li Swîsre dijîn wê di navbera 8-31 Gulanê de li avahiyên Serkonsolosxaneyên Tirkiyeyê yên Zurîch, Bern û Cenevre dengên xwe bikar bînin.