Li bajarên Sûriyeyê jî xebatên zimanê Kurdî

Li bajarên Sûriyeyê jî xebatên zimanê Kurdî

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Sûriye Reqayê di nava hemû zor û zehmetiyan de, xebata zimanê Kurdî dimeşîne û Kurdên li wir dijîn fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dike.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Sûriye Reqayê di nava hemû zorî û zehmetiyan de, xebata zimanê Kurdî dimeşîne û Kurdên li wir dijîn fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dike.

Kurdên ku li Reqa jiyan dikin tevî hemû zehmetiyên şer û jiyanê di fêrbûna zimanê xwe de bi îsrar in, li ser daxwaz û elaqeya gel SZK’ê di malan de dest bi dewreyên zimanê Kurdî kir.

Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî bi awayeke fermî tê dayîn,  lê ji ber hebûna rejîma Bass û Artêşa Azad di bajarê Reqa de Kurd nikarin bi serbestî perwerdeya zimanê xwe bibînin.

Lewre  dewreyên zimanê Kurdî di malan de tên dayîn, dewreyên ku di malan de tên dayîn ji aliyê gel ve bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin û rojane hejmara kesên ku dixwazin fêrî ziman bibin zêde dibe.