Li Awûstûrya ji bo Kobanê û Şengalê konserên piştevaniyê

Federasyona Komeleyên Kurd ên Awûstûrya (FEYKOM) û Gesellschaft fur bedrohte Volker (Saziya Gelên di bin Gefê de), li Viyana Theather Akzent ji bo Şengal û Kobanê konserên piştevaniyê li dar xist.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Awûstûrya (FEYKOM) û Gesellschaft fur bedrohte Volker (Saziya Gelên di bin Gefê de), li Viyana Theather Akzent ji bo Şengal û Kobanê konserên piştevaniyê li dar xist.

Di konsera ku nêzî 400 kes beşdar bûn, ji Partiya Gelparêz OVP Parlamenter Magister Andreas Zakostelky, ji Partiya Keskan Dîe Grune Parlamenter Alev Korû, Wekîla Şaredariya Viyana Şafak Akçay, Nûnerê Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê Aras Mufy, Berdevka Koma Meclîsê ya Eyaleta Viyana Lîlî Bauer, Encumena Şaredariyê Zarîfe Yatkin, ji Saziya Gelên di bin Gefê de Nadîne Papaî û Karîn Ortner jî beşdar bûn.

‘JINÛVE AVAKIRIN BI GELÊ EWROPAYÊ RE MIMKUN E'

Nûnerê Karên Derve ya FEYKOM Rîchart Berger û Berdevka Karên Derve Şîlan Kayan kesên tevkarî ji bo lidarxistina konserê kirine spas kir.

Berger diyar kir, jinûve avakirina Kobanê bi tevkariya gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê mimkun e.

DAHAT JI BO KOBANÊ Û ŞENGALÊ

Di konserê de ligel standa Rojasor,  projeya Însiyatîfa Ciwanên Kurd a Awûstûrya ya ji bo bicihanîna pêdiviyên malbatên li Kurdistanê rastî eleqeyeke zêde hat.

Hunermend Ûmût Akar, ji Koma Hîvron (Nûsret Îmîr) ku derketin dikê, dahatên konserê wê bi rêya Heyva Sor ji Kobanê û Şengalê re bên şandin.