Li Awisturyayê pêşbirka deng pêk hat

Li Awisturyayê pêşbirka deng pêk hat

Li paytexta Viyana ya Awisturyayê pêşbirka çand ûhunerê bi organîzeya TEV-ÇAND’ê  pêk hat û 9 endam bi hevre ketin pêşbirkê.

Li Viyanayê  pêşbirka li Haus der Begegnung  pêk hat, Velî Can Cînkiliç bû yemîn, Sînem Koçer bû duyemîn û Melîke Eksîk jî bû sêyemîn.

Li salona pêşbirkê wêneyên Ayşe Şan, Ozan Mizgîn, Cegerxwîn, Meleyên Cizîrê, Şakiro, Apê Musa û Ozan Delîl hatin daliqandin.

Pêşbirka ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hat organînezkirin û 9 endam tevli bûn, di şexsê 3 siyasetmedarên kurd yên jin kul i Parîsê di 9’ê çile de hatin qetilkirin û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê de deqeyeke rêz hat girtin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamên juriyê Sefkan Koçer, Ozan Çomer, Songul Çînkiliç û Delîl Xidir cihên xwe girtin.  Axaftina vekirinê Delîl Xidir kir.  Xidir diyar kir ku kurd di pêvajoyeke gelek hesas de derbas dibin û da znaîn hinek hêzên kur dixwazin pêvajoyê parçe bikin û gelê kurd û tirk bikişîne nava şer. Xidir da zanîn ku ev pêşbirk li Awisturyayê yekemîne.

Xidir wiha got: “Kurd dikarin li Ewropayê ziman û çanda xwe bi parêzin û bidin jiyîn.”

Bawer Can  jî ku endamê rêveberiya TEV-ÇAND’ê ye di heman organîzasyonê de cih digire got ev pêşbirkên wisa dê piştre jî bên organîzekirin. Can got pêşbirkên wisa di çanda kurde gelek girînge û piştî axaftinan derbasî pêşbirkê bûn. 9 kes tevli pêşbirkê bûn. Velî Can Cînkiliç bû yemîn, Sînem Koçer bû duyemîn û Melîke Eksîk jî bû sêyemîn.

Cînkiliç diyar kir ku ne ew, gelê kurd bûye yekemîn yên pêşbirkê û got ew dê layîqê vê dereceyê be û got li hemberî hemû şehîdan  rêzdar e.