Li Amedê çîrokên kurdî hatin nîqaşkirin

Li Amedê çîrokên kurdî hatin nîqaşkirin

Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd bi boneya Roja Çîrokê Cîhanê civîneke ku çîrokên Kurd hate nîqaşkirin lidarxistin.

Civîn li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat û çîrokvanê Kurd Mehmet Dîcle û Recep Dildar wek axaftinvan tevlî civînê bûn.

Recep Dildar destpêkê axivî û di derbarê pêşveçûna çîrokên kurdî de agahî da û her wiha  têkiliya di navbera paşeroj û pêşerojê de çawa dikare bibe hate vegotin. Dilda ji bo nifşê pêşerojê pêşniyar kirin.

Serokê Komeleya nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer, nûnerên komeleyê Sîdar Jîr, Lokman Ayebe û Mehmet Devîren û gelek helbestkarên Kurd  Rûken Pel, Elîxan Loran û Umît Esen gelek kes tevli bûn.

Mehmet Dîcle jî li ser çîrokên bi kurdî yên ku nehatine nivîsîn rawestiya û diyar kir ku, ji ber ku li ser erdnîgariya kurdan êşên gelek mezin pêk hatine di warê çîrokvaniyê de gelek dewlemende.