Li Amedê 321 kesî piştî îşkenceyê ji bo dermankirinê serî li TÎHV'ê da

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê ku xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê didin mexdûrên îşkenceyê diyar kir ku li Amedê sala burî 321 kesî ji bo xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê serî li wan daye

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê ku xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê didin mexdûrên îşkenceyê  diyar kir ku li Amedê sala burî 321 kesî ji bo xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê serî li wan daye. Nûnerên TÎHV yê Amedê Bariş Yavûz da zanîn ku bi zêdebûna hişmendiyê re, serlêdanên ji bo weqfan zêde bûye.

Serlêdanên ji bo TÎHV ya Amedê ku xizmeta rehabîlîtasyon û dermankirinê dide mexdûrên îşkenceyê sal bi sal zêdetir dibe. Hat hînbûn ku ji sala 1990’î heta niha TÎHV’ê li tevayî Tirkiyeyê xizmet daye 15 hezar kesên ku rastî îşkenceyê hatiye û sala buhrî jî 787 kesî serî li TÎHV daye.

Sala buhrî ji bo şaxa TÎHV YA Amedê 321 kesî serlêdan kir. Ev hejmar salek beriya vê 171 bû û sala buhrî ji sedî sed serlêdan zêde bûne. Nûnerê TÎHV ê Amedê Bariş Yavûz da zanîn ku hejmara serlêdanê bi zêdebûna hişmendiyê re zêde bûye.

Yavûz got ku li tevayî Tirkiyeyê di serî de li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene û Amedê li 5 navendên cuda xebatan dimeşînin û diyar kir armanca TÎHV ev e ku kesên rastî îşkenceyê hatine dermankirin û rehabîlîtasyona wan bişopînin û vê koordîne bikin.

Yavûz bi lêv kir ku ji sala 1990’î heta niha ji bo 5 navendên TÎHV’ê bi giştî 15 hezar serlêdan çêbûne û xizmet hatiye dayîn.

Yavûz anî ziman ku li ji sala 1998’ê û vir ve li Amedê xebatan dimeşînin û got: “Avakirina weqfê ji bo mexdurên îşkenceyê bû. Di vê çarçoveyê de di 25 salan de bi giştî 15 hezar kesî xizmeta rehabîlîtasyonê girtiye. Di 2014’an de li Amedê 321 kesî serlêdan kiriye û li tevayî Tirkiyeyê jî  787 kesî xizmet girtiye.”

SALA BUHRÎ 73 JINAN SERLÊDAN KIRIN

Yavûz got ku sala buhrî li Amedê 321 serlêdan çêbûne û got: “Ji van 73 jin bûn 3 jê zarok bûn. Ji van 3 edlî û 318 jî siyasî bûn. 16 kes sala buhrî rastî îşkenceyê hatibûn û 305 kes jî di salên buhrî de rastî îşkenceyê hatibûn yanî yên kronîk bûn. di 2013’an de 30, 8 zarok  bi giştî 171 kesî serî li me da. Ji van 4  edlî 167 siyasî bûn. 9 heman di heman salê de rastî îşkenceyê hatibûn yên din jî di salên buhrî de rastî îşkenceyê hatibûn.

YÊN ÎŞKENCEYÊ DIBÎNIN NAÇIN NEXWEŞXANEYA DEWLETÊ

Yavûz diyar kir serlêdan bi zêdebûna hişmendiyê re zêde bûne got: “Welatî xwe di bin banê weqfê de rehetir hîs dikin.  Yên îşkenceyê dibînin naxwazin li nexweşxaneya dewletê bên dermankirin. Ji ber vê yekê serî li vir didin û dixwazin ji vir xizmetê bigirin. Li vir xwe rehet hîs dikin. Sedema zêdebûna serlêdanan jî hişmendiye.”

PIŞTGIRIYA FIZÎKÎ, RUHÎ Û CIVAKÎ

Yavûz di axaftina xwe de got ku ligel aliyê fizîkî û ruhî yê îşkenceyê aliyê wê yê xizmeta civakî jî heye û got: “Di vir de armanca me ev e ku kesên rastî îşkenceyê hatine vegerin rewşa xwe ya berê. Mînak xwendekarekî ku rastî îşkenceyê hatiye, piştî îşkenceyê dîsa perwerdehiya xwe bidomîne. Hedefa me ev e ku em wan bibin jiyana wan a berê û birînên wan derman bikin. Ger xizmên kesên rastî îşkenceyê hatine bixwazin em piştgiriya ruhî didin wan jî.“

DERMANKIRIN BÊ PERE YE

Yavûz anî ziman ku ew ji kesî ji bo dermankirinê pere nagirin û got: “Xizmet ji aliyê TÎHV ve tê kirin. Tetkîkên herî zehmet yanî ger emelyet hewce be wê demê tê dayîn. Hemû dermankirinên psîkolog û psîkiyatrîk ji aliyê weqfa me ve tê dayîn.”

EKÎBÊN DIGERIN

Yavûz wiha berdewam kir: “Ekîbên me dem bi dem li herêmên weke Sêrt, Êlih, Colemêrg û Cizîrê jî digerin.  Em ekîbên xwe yên wir re nuqteyên pêwendiyan ava dikin. Em agahiyê didin wan mirovan, em weqfê bi bîra wan dikin. Em broşuran belav dikin û hewl didin serêldan çêbibin.

ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ DERBAS NABIN

Yavûz di dawiya axaftina xwe de got ku şopên ruhî yên îşkenceyê derbas nabin û got: “Mînak ji dema darbeya 12’ê Îlonê ji bo me serlêdan çêdibin. Şopên îşkenceyê bi salan ji holê ranabin.”