Kurdên li Kanadayê çand û zimanê xwe diparêzin
Kurdên li Kanadayê çand û zimanê xwe diparêzin
Kurdên li Kanadayê çand û zimanê xwe diparêzin
Kurdên ku beriya zêdetirî 25 salane hatine Kanadayê û her wiha zêdetirî 22 salane di bin ya Navenda Civata Kurdan ya Torontoyê de hewil didin çanda xwe biparêzin û pêşve bibin. Kurd bi qursên Kurmancî, Dimilkî, wêne, tiyatro, folklor û qursên sinemayê, akademî û atolyeyan hewil didin nasname û çanda xwe biparêzin.
Di bin ya Navenda Civata Kurdan ya Torontoyê de waneyên Kurdî di 23’ê Sibata 2013’an de destpê kirin. Ji bo yên temenê wan ji 12 saliyê jortir waneyên Kurmancî rojên Sêşem di demjimêr 17.00- 19.00’an de destpê dike, yên temenê wan ji 12 saliyê biçûktir jî roja Şemiyê di navbera demjimêrên 14.00-15.00’an de hatine programkirin. Waneyên wan jî ji aliyê Mamosta Kemal û Mamosta Baran ve têne dayîn.
Îsal cara yekem waneyên Dimilkî jî xistin nava programê. Waneyên vê zaravayê jî Mamosta Cîhan dide. Dê roja Yekşemê di navbera demjimêrên 12.00-14.00’an de bide. Ji bo zaravayê Dimilkî pirtûkên waneyan ji Enstituya Kurdî ya Stenbolê tên temîn kirin.
Mamosta Kemal ku ji xebatên komeleya çandê berpirse di Navenda Civata Kurdan ya Torontoyê de waneyên folklorê dide, li gel wê sê sale birêkûpêkî waneyên zaravayê Kurmancî jî dide. Weke salaborî dê li gel mamosta Xunav waneyên Kurmancî bi awayek koordînelî bide.
Li gorî mamosta Baran ku waneyê dide zarokên ji 12 saliyê biçûktir, wane dayîna zarokan wateyek wê ya pir cûda heye. Mamosta dide diyarkirin ku, dê hêjmara xwendekaran zêde bibe.
Waneyên sazê jî hefteyê du rojan Sêşem û Pêncşemê şev di navbera demjimêr 19.00-21.00’an de ji aliyê xoce Kazim ve tê dayîn. Xoce Kazim dide diyarkirin ku, di muzikîka Kurdî de cihê sazê pir girînge.
Di Navendê de resam û parêzvana mafê mirovan Serpîl Odabaşi ku li Torontoyê bitaybet waneyên wêne xîzkirinê de, Atolyeyek ya Wêneyan vekir. Waneyên wêne xîzkirinê roja Yekşemê di navbera demjimêrên 15.00-17.00’an de tê dayîn.
Her wiha li di binya Navenda Civata Kurdan ya Torontoyê de Akademiya Şanoyê ku ji aliyê mamosta Gursel ve tê dayîn, bala ciwanên Kurd dikişîne. Plan dikin ku, leyîstoka Ezîz Nesîn ya “Jiyan dike, çi jiyan dike, çi nayê jiyan kirin (Yaşar ne Yaşar ne Yaşanmaz)” bileyîzin. Dê di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê lîstokekê bileyîzin.
Li navenda Civata Kurdan her sal xebatên folklorê ji bo zarok û ciwanan tê kirin. Îsal mamosta Eda dê pewerdeyê bide koma zarokan. Mamosta Şîrwan jî perwerdeyê bide koma Folklorê ya Ciwanên Kurd ya Navenda Civata Kurdan.