Konsera piştevaniya bi Kobanê re li Munîhê hat organîzekirin
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve bi armanca piştevaniya bi Kobanê re konserek hat lidarxistin.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve bi armanca piştevaniya bi Kobanê re konserek hat lidarxistin.
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, ji Dîe Lînke Brîgîtte Wolf, nûnerên PYD, DKP, MLPD tevlî konsera piştevaniyê bûn.
Di şeva ku bi rêzgirtinê destpê kir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi telefonê beşdar bû.
Sebahat Tûncel a di şevê de axivî, diyar kir ku eger berxwedana Kobanê û Şengalê tinebûya wê Kurd îro ne li vir bûna û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Tûncel bang li hemû Kurdan kir ku tevlî dengdayîna ku wê 8’ê Cotmehê destpê bike bibin û got ku pêwîst e her kes, kesekê/î ji bo deng bide HDP’ê îqna bikin.
Nûnerê MLPD’ê Andrea Domberger ê di heyeta ku Kobanê ziyaret kir de cih girtibû çavdêriyên xwe vegot. Domberger ê berxwedana li hember DAIŞ’ê silav kir, diyar kir ku ji nû ve avakirina Kobanê li pêşiya wan wek wezîfeyekê disekine.
Tevayî dahatên şevê ku wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bên xerckirin, Rotînda, Çetîn Oraner, Hasan Saglam, Gulseher, Alî Baran, ErdaL Koç, Peywan Arjîn û Koma Avaşîn derketin dikê.