Kongreya NAV-DEM’ê bi dawî bû

2. Kongreya NAV-DEM’ê bi dawî bû. Kongreya NAV-DEM’ê ya vê sibehê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi nirxandina xebatên salane, plansaziya xebatên dema nû û diyarkirina rêveberiyê bi dawî bû.

2. Kongreya NAV-DEM’ê bi dawî bû. Kongreya NAV-DEM’ê ya vê sibehê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bi nirxandina xebatên salane, plansaziya xebatên dema nû û diyarkirina rêveberiyê bi dawî bû.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) 2. Kongreya xwe li bajarê Dortmund ê Elmanyayê li dar xist. Di kongreyê de rapora salane hat xwendin û nirxandin.

Piştî rapor hat xwendin û nirxandin û erêkirin ji bo diyarkirina hevserokan dengdan pêk hat. Li gel hevserokan ji bo diyarkirina desteya dîsîplînê, desteya kontrolê û desteya rêveberiyê sê sindoq hatin danîn.  Piştî dengdanê Yuksel Koç û Fatoş Goksu wek hevserok hatin hilbijartin.

Paşê derbasî pêşnûmebiryaran û pêşniyar bûn. Pêşnûmeya di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat amadekirin û pêşniyar pêşkêşî dengdana delegeyan hat kirin.

Hin xalên di kongreyê de hatine qebûlkirin wiha ne:

-Li ser esasê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, li her çar parçeyên Kurdistanê çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd, agirbesta hatiye tehkîmkirin û destûra bîngehîn a demokratîk pêk bê xebatan dimeşîne.

-Pergala kantonan a li Rojava destek dike. Nasandina vê pergalê û avakirina wê wek xebateke sereke digire dest.

-Pêngava çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin destek dike û bang li dewleta Tirk dawet dike ku li gor vê tevbigere û pêwîstiyên wê bîne cih.

-Li 4 parçeyên Kurdistan gelê Kurd, gel û baweriyên din bi awayekî azad û wekhev bi nasnameyên xwe ji bo bi hev re bijîn wek prensîbeke sereke qebûl dike. Ji bo vê piştgiriyê dide hemû aktîvîteyên aştiyane û demokratîk û ji bo vê têdikoşe.

-Ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin pêş bikeve bi rêbazên demokratîk û aştiyane têkoşîn dike. Bi sazî, rêxistinên civaka sîvîl, saziyên koçberan, partiyên siyasî û kesayetên van prensîban diparêzin re bi awayekî hevpar dixebite.

-Daxwaz dike ku qedexeya li hember Tevgera Azadiya Kurd (PKK)’ê ya li Rojhilata Navîn parêzvanê tevayî nasname û baweriyane  rabe. Li hember vê bi rê û rêbazên hiqûqî, siyasî û demokratîk dixebite.

-Ji bo nasnameya Kurd ji aliyê dewleta Elmanyayê ve bê qebûlkirin xebatên tên meşandin didomîne.

 -Hejmara endamên pêkhateyên NAV-DEM’ê derxistina herî kêm 50 hezarî.

 -Di hemû xebatan de esasgirtina hemû zaravayên Kurdî.

-Ji bo navenda NAV-DEM’ê kirîna cih.

...