Kongreya Kurdên Anatoliya Navîn ên li Swêdê bi dawî bû

PKAN-E, li bajarê Goteborgê bi beşdariya gelek delegeyan kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin û banga yekîtî û têkoşînê li Kurdan hat kirin.

PKAN-E, li bajarê Goteborgê bi beşdariya gelek delegeyan kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin û banga yekîtî û têkoşînê li Kurdan hat kirin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn li Ewropayê (PKAN-E) roja Şemiyê li bajarê Swêd Goteborgê, bi beşdariya 50 delege û 100 mêvaên ji 8 welatên Ewropayê kongreya xwe lidar xist.

Di kongreya ku komkujiya Enqereyê hat şermerzarkirin de, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven, Siyasetmedarê Kured û Endamê KNK'ê Adem Ûzûn, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Konyayê Hasan Ateşçî, Serokê Kurd-Derê Mûstafa Karaman, Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Serkan Kose, Parlamenterê Cîgir ê Partiya Sosyalîst û Alîkarê Şaredarê Gladsaxa Serdal Benlî û Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî amade bûn.

'AKP-ERDOGAN JI KOMKUJIYÊ BERPIRSYAR IN'

Guven bi şermezarkirina komkujiya Enqereyê dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji vê komkujiyê berpirsyar in. Guven bal kişand ser Komploya 9'ê Cotmehê ya Navneteweyî û diyar kir, ku bi felsefeya pêşketî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re komplo hatiye pûçkirin. Di dewama axaftina xwe de Guven Şoreşa Rojava silav kir û siyasetmedarê Kurd ê ji Anatoliya Navîn Mûrat Bozlak bibîr anî.

'EM XWE BI RÊXSTIN BIKIN, XWEDÎ LI XWE DERKEVIN'

Ûzûn jî bal kişand ser têkoşîna li hemberî asîmîlasyon û qirkirinê û got, "Sîstem dixwaze me ji cewhera me dûr bixîne. Dijmin, bêyî Kurdan ji hev cihê bike li hemberî wan dilîze. Mirovahî têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji bo me nirxê herî mezin rêxistinbûyîn û xwedîderketina li xwe ye. Lewma divê platform xizmetê ji têkoşîna me re bike."

'GIRÎNG E TÊKILIYEKE XURT BI WELÊT RE BÊ DANÎN'

Ateşçî jî got, "Girîng e Kurdên Anatoliya Navîn têkiliya xwe ya bi welêt re bêhtir xurt bikin. Divê bi Kurdên Yûnak, Polatli û Şereflîkoçhîsarê re bêhtir têkilî bê danîn. Yekbûyîn girîng e. Em di demeke dîrokî de ne."

Karaman bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û bang li malbatan kir ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.

Ji Kurdên Şêxbizinê endamê Komeleya Kurdên Anatoliya Navîn Îsmaîl Suslu, bi Şêxbixinî (Lekî) kir û xebatên komeleya xwe vegot.

'KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN DI HEDEFA TERÎQETAN DE NE'

Kose da zanîn ku girseya di hedefa terîqetên Tirk de ye Kurdên Anatoliya Navîn e û li hemberî vê xeteriyê banga hişyarî û baldariyê kir.

BANGA DESTEKKIRINA ROJAVA

Benlî jî bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û got, "Kurdan xwe gihandine ber deriyê azadiyê. Ji bo em di vî derî re derbas bibin, divê vîna me xurt be" û banga destekkirina Rojava kir.

Herî dawî Uçer peyivî û got, "Pêwîste platform, ji pirsgirêkên Kurdên ji ber şer neçar mane koç bikin re bibe çare û têkiliya di navbera Kurdan de xurt bike."

RÊVEBERIYA PLATFORMÊ

Di kongreyê de ji Elmanyayê Dîlan Bîçer û ji Swîsreyê jî Şevket Bakan weke Hevserokên Platformê hatin hilbijartin. Navên di Desteya Rêveberiyê de cih girtine jî bi vî rengî ye: 

"Bengu Çelîk-Swêd, Yûsûf Ozden-Swêd, Raşît Bûldûk-Swêd, Semra Akçakoca-Awûstûrya, Ronî Yildirim-Hollanda, Seyît Ekecîk-Hollanda, Nedîm Ateş-Norwêc, Sînan Behzatoglû-Elmanya, Aygun Akdogan-Elmanya, Cengîz Bînyil-Elmanya, Mûzaffer Kuçukyildiz-Swîsre, Suleyman Avci-Danîmarka, Ahmet Gezer-Danîmarka.

Ji Hollandayê Mûstafa Kaçmaz, ji Danîmarkayê Ahmet Bîçen, ji Swêdê Ozlem Sigirci Işikli û Yakûp Sari weke endamên cihgir, ji bo Desteya Dîsîplîn û Kontrolê jî ji Swêdê Hasan Bozlak û Denîz Ûzûner, ji Danîmarkayê jî Muxtar Erol Karaman hatin hilbijartin.

Ji bo berdevkiya platformê jî Ahmet Gezer, berpirsyariya çapemeniyê Dîlen Bîçer û Ahmet Gezer hatin hilbijartin.

Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, ziman-çand-huner, dîrok û malî hatin avakirin."

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, di bin navê Platformen for kurder Från centrala Anatolien i Europa li bajarê Goteborgê komeleyek ava kir. Di heman demê de di bin navê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn de li Hollandayê weqfek ava kir. Platforma Kurdên Anatoliya Navîn wê bi rêya van her du saziyan bixebite.