KONGRA GEL 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek nivîskî da û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek nivîskî da û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek nivîskî da û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê meşa azadixwaz a jinên kedkar a cîhanê ya starta wê li Nisêbînê tê dayîn hat silavkirin û hat gotin ku ew 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên bindest û kedkar pîroz dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de gerîlayên jin ku bûne ewlehiya hemû mirovahiyê û hemû jinên ku li dijî pergala serdest a mêr têkoşîna xwe bilind dikin, têkoşîna wa ya pîroz silav dikin.
Her wiha em hemû şehîdên xwe yên di pêşketina têkoşîna azadiya jinê de pêşengî kirine û bi şoreşa Rojava re têkoşîn azadiya jinên Kurdistanê di rojava cîhanê de hiştine bibîr tînin.
Jinên Kurd bi têkoşîn azadiyê ya li Kurdistanê meşandine re di şoreşa civakî de bûne kirde. Mînaka vê ya herî şênber şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinan a li Rojava hatiye meşandin de hatiye dîtin.
Di vê asta ku em niha hatinê de têkoşîna azadiya jinê êdî bûye rojeva herî sereke ya sedsala me. Têkoşîna jinan ya ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin ne tenê ji bo jinan, ji bo hemû ewlehiya azadiya civakê, bûye hêza sereke ya guherîn û veguhertinê.
Şoreşa civakî ya bi pêşengiya jinê li Rojava hatiye afirandin, li çiyayê Kurdistanê bi pêl bi pêl li gelên Rojhilata Navîn belav bûye û di hilweşîna pergala serdest a mêr de geşedanên şoreşî diafirîne. Têkoşîna ku jinan bi reng û nasnameya xwe meşand di hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya Kurdistan û Tirkiyeyê de wê bi bandor be.
Encamên bên bidestxistin, wê destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bike û her wiha wê li dewlet û hikûmeta AKP’ê ferz bike ku pêngavên şênber bavêje.
Li ser esasê ku di vê pêvajoyê de jin têkoşîn azadiyê bilindtir bikin de, em hemû sala têkoşîna 2015’an a jinên kedkar û bindest silav dikin û ji di têkoşîna wan a pîroz de serketinê dixwazin.”