Hevserokatiya KONGRA GEL, bi munasebeta 3. salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em 3. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an bi azadkirina Kobanê re destpê kir, li hemû gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin. Em gel û rêveberên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ji dil pîroz dikin û bi rêzdarî silav dikin.”
JI BO PÊŞEROJA MIROVAN HÊVIYÊ DIDE
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em di serî de hêzên YPG û YPJ’ê û hemû hêzên parastina cewherî yên di azadiya gelê me de roleke stratejîk lîstine ji dil pîroz dikin û bi hezkirin silav dikin. Em hemû şehîdên xwe yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê gelê Kurd û hemû mirovahî parastin û jiyana xwe feda kirin, bi rêzdarî û hurmeteke mezin bibîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.
Ji her çar aliyê cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst hatin û li Rojava di têkoşîna mirovahiyê ya gelên Kurdistanê dimeşandin de cih girtin û şehîd ketin. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin. Bîranîna wan wê di jiyana azad a gelê me de bijî.
Peyama van şehîdan a ji bo mirovahiya azad gelek girîng e. Bila hêzên tarî yên DAIŞ li serê mirovahiyê kirin bela bizanin ku, hê mirovahî nemiriye, piştevaniya enternasyonalîst a li Rojava xwe nîşan daye, têkoşîn û şehadetên di vê rêyê de, hêvî û baweriyê dide pêşeroja mirovahiyê.
Bi armanca xwedîderketina li Kobanê 1’ê Mijdarê hemû mirovahî rabû ser piyan û têkoşîn veguhertin roja xwedîderketina li berxwedana Kobanê. Ev jî bûye piştevaniya enternasyonalîst û ji bo pêşerojê hêvî afirandiye.”
Di berdewamiyê de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa netewe demokratîkbûnê ye û wiha hate berdewamkirin: “Wek modela civaka azad û jiyana azad a hemû gel û baweriyan bi hev re ava kirine, şoreşeke ku di sedsala 21’ê de ji hemû mirovahiyê re bûye mînake.
ROJA DÎROK JI NÛ VE TÊ NIVÎSIN
Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ev aliyê wê jî ji hemû şoreşên cîhanê cudatir dike. Di çareserkirina hemû pirgirêkan de wê şoreşa jinê rola herî mezin bilîze. Ji ber vê jî şoreşa Rojava di serî de şoreşa gelên Rojhilata Navîn e. Şoreşeke civakî ya demokratîk tê jiyîn. Yanî li Rojava dîrok ji nû ve tê nivîsin.
Şoreşa Rojava qezenca hemû gelê Kurdistanê ye. Tevî hemû zor û zehmetiyan, Şoreşa di rewşa ku hewce bûye de çûye hewara gelê Êzidî û gel ji qirkirinê rizgar kiriye. Gelên Ereb, Asurî-Sûryanî, Çeçen, Tirk aniye cem hev û li Rojhilata Navîn mîladek nû afirandiye.
Di aliyê gelê her çar parçeyê Kurdistanê de, ji bilî polîtîkayên PDK’ê, bi tevahî gelê Kurd xwedî li şoreşa Rojava derketiye û li hemû parçeyan û derveyî welat têkoşînek bi heybet hatiye meşandin. Bi taybet gelê Bakur têkoşînek mezin daye.”
KONGRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gelê Kurd û dostên Kurdan kirin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û xwedîderketinê xurt bikin.